HevpeyvînNûçeSlide

Endama Rêvebir a Kongra Star Xalîde Botî:tu şêwazên şer nikare vîna me bişkîne

Xalîde Botî Endama Rêvebir a Kongra Star ,di derbarê bombebarana çekên kîmyewî li ser herêmên mediya ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve tê kirin nirxand

Endama rêveber a Kongra Star li Kantona Hesekê Xalîde Botî di vê derbarê de wiha got :êrîşên ku bi çekên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên medya tê barandin di serî de em şer bi her cureyên wê şermezar dikin ,bi taybetî jî şêwazê şer herwiha ku bi çekên kîmyewî êrîşan dibe ser çiyayên azad hemû zindiyan dide ber xwe dixwaze  hişk û ziwa bike derfetên jiyanê tine bike .Xalîde wiha pêde çû û îşaret bi armanca dewleta tirk a ji van êrîşan kir û got’ku armanc ji van êrîşan ewe ku vîn û coşa gelê û gerîlayên ku ku di vê pêvajoyê de ji her demê bi hêztire bişkîne biçewisîne,herwiha ev tê wateya berdewamiya komployê ji ber ku ev demek dirêje hem li zindanan derfetên jiyanê nahêle û heya dawî kiryarên dermirovî ,derqanûnî li ser rêbertiya me û bi giştî girtiyan dide meşandin ev êrîşên ku li ser gerîla û fedayîn gel dide meşandin jî daku çiyayên azadjî bike doje ku siyaseta xweyî tesfiyê û tinekirinê bi encam bike,lê belê bila erdoxan baş bizane geê ku xwe û ewladên xwe li ser fikir û felsefeya azadiyê mezin kiribe ewê ticaran tu şêwazên qirkirinê li hêz û vîna wan bandor neke weke ku ji nûve giyayek xwe di latê de şîn bike,em gelê kur bi vê felsefê ji qirkirina salan ji nûve şînbûn .

Endama rêveber a Kongra Star li Kantona Hesekê Xalîde Botî got ku bi van êrîşan em lewaz nakevin û ji mirinê natir ,ger îro em li pey armancên mezinin azadî wekhevî û biratiya gelan li ser vê xakê elbet em ji bo dana berdêlan jî amadene û  hêrs û ji nû ve biryardayîna me ya domandina têkoşînê zêdetir dibe

Emê di şopa şehîdên xwe de biçin ser erk û xebatên xwe ,ji ber ku em di wê baweriyê de ku ger em di rêya rastitê de dimeşin ew dem emê edalet,wekhevî û biratiya gelan li Bakur û Rojhilatê Suriyê pêk bînin,ji ber ku heya niha ev destkeftiyê ku ser vê axê hatine bi destxistin ne bi hêsanî bû lewra emê bi ked û têkoşîneke bênavber xwedî lê derkevin û biparêzin û di serî de jî parastina mafê jin û li ser xeta bîrdoziya azadiya jinê birêvebirina têkoşînê yek ji erkê me yên sereke ye ku em weke jin ticran hêza me ya berxwedanê wê lewaz nebe û emê gav paşde navêjin.

Xalîde Botî di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya sazî û dezgehên mafên mirovan û dewletên navneteweyî ku ji wekî Ker û lal di  rola temaşevaniyê de ne lewra em dibêjin ewjî weke saziyên mafên mirova bikaribin bi erkên xwe rabin û xwedî li mafê gelan û mirovahiyê derkevin .

Endama rêveberiya Kongra Star Xalîde Botî  axaftina xwe wiha bi dawî kir ku wê tu hêzên faşîst,dagirker nikaribin me bê hêz bikin û gav bi me bidin paş emê di meşa xwe de berxwedaniyê esas bigrin da ku em ji xewin û xeyalên gelê xwer û jinan re ji bo ava kirina civakeke azad û demokrat bibin bersiv ,

Back to top button