Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan derbarê bûyera zarokê 16 salî yê bi navê Hisên El Selmo ku 8`ê Hezîranê (2024) ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê gundê Doda yê navbera Qamişlo-Amûdê de hatibû qetilkirin de daxuyaniyek da.
Di çalakiya ku li bexçeyê Helebçe yê li Qamişloyê hat pêkanîn de zarokan pankartên bi nivîsa “Na ji êrişên Tirkiyeyê re”, “Bese ji tecawizkirinê re”, “Bese ji qetilkirinê re” û “Em jiyaneke bi aştî dixwazin” hildan.
Endama Rêxistina Stêrk Rojda Xelîl daxuyanî xwend û bi bîr xist ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, rojane mirov tên qetilkirin. Rojda Xelîl da zanîn ku di van êrişan de zarok jî tên hedefgirtin-qetilkirin û got: “Divê ev êriş bên rawestandin û êdî zarokên li herêmê li ser xaka xwe, li gund û nava zeviyên xwe azad tevger bikin.”
Rojda Xelîl bang li aliyên peywendîdar ên ku parastina mafê mirovan dikin kir ku li hemberî qetilkirinê helwest nîşan bidin, xwedî li zarok, ciwan û jinan derkevin.