Li ser banga Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan- Şaxê kantona Efrîn-Şehbayê bi sedan kes ji dibistana Mûşat ya a bajaroka Fafîn ê Şehbayê ber bi Dibistana Şehîd Çekdar ve meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Meşvanan li ber Dibistana Şehîd Çekdar mîtîngek li dar xist. Li vir bi navê Înisiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Henan Sîdo axivî.
Henan Sîdo diyar kir ku beriya derketina PKK’ê û naskirina Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd bi qirkirinê re rû bi rû bû û ji nasnameya xwe şerm dikir û got: “Lê bi saya felsefeya Rêber Apo û damezrandina PKK’ê gelê Kurd bû xwedî nasnam e û ji qirkirinê hat parastin. Lew ra divê em xwedî li nasnameya xwe derkekevin.”
Endama Kongra Star a Kantona Efrîn – Şehba Werdê Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di civakê de neyê belavkirin, tecrîdeke girankirî li ser wî ferz kiriye û wiha domand: “Lê belê felsefeya Rêber Apo ku bûye rastiya jiyanê li tevahî Rojhilata Navîn belav bûye.”
Werdê Şêxo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.
Mîtîng bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.