Arşîv

Fîlmeke nû li ser têkoşîna jinên Kurd

Şîrketa fîlman a Swîsreyê ‘Arta Fîlm’ li ser têkoşîna jinan a li Rojava, fîlmekê amade dike.

Jinên Kurd di Şoreşa Rojava de xwe di hemû waran de îsbat kir. Ji ber wê bala hemû cîhanê kişand. Şirketa Arta Fîlm ya Swîsreyê ji bo ronî bide şoreşa jinan, rola wê ya pêşeng destanî û fedekariyên wê ji bo parastina nirx û doza jinan û rizgarkirina wê ji zulm û koletiyê di şoreşê de amadekariya fîlmekî dike.

Şirketa Arta beriya 10 salan li Swîsreyê hate avakirin. Ev şîrket ji bo çêkirina fîlmeke li ser jinên Kurd serdana Rojava kir. Şîrket fîlma bi navê `Fî eser Teyaro` (Li dû Teyaro) amade dike. Derhêner û nivîskarê senaryoyê hunermend Xemgîn Salih e. Gelek kes alîkariya Salih dikin; wek derhênerê duyemnî Axîn Kesena, wek wênegir Cliff Deger, Martina Kris wek berhemdara deng, Ebdulrehman Elî wek midûrê berhemê, Re-Cola Rice wek wênekêş.

Gelek hunermendên Kurd ku li ser asta Rojava tên naskirin dê di fîlm de bilîzin, mîna Cuma Mihemed Cafer ku bi navê bavê Teyar tê naskirin, Bêrîvan Oso û Hejar Hejar. Ev hunermend endamên Koma Şehîd Osman a Çand û Hunerê ya girêdayî Desteya Parastin û Xweparastinê ya herêma Cizîrê ne.

Dîmenên fîlmê li ser erdnîgeriya Rojava, Başûr, li Tirkiyeyê bajarê Stenbolê û dewletên rojavayî mîna Yewnanistan, Brîtanya û Swîsreyê tên kişandin.

Her wiha Arta Fîlm mala hunermend Cuma Mihemed ku bi navê Bavê Teyar tê naskirin, li taxa El-Enteriyê ya bajarê Qamişlo ji bo lîstina fîlmê diyar kir.

Fîlm li ser kesayeta Bavê Teyar e ku rola bavê kurekî û 15 keçan dilîze. Teyar ji ber zexta malê diçe dewletên Ewropayê û bavê wî jî piştî demekê her 15 keçên xwe dihêle û dide du kurê xwe û diçe Ewropayê. Lê dema bavê Teyar digihîje Ewropeyê, nûçeya şehadeta keça xwe di nav refên YPJ`ê de dibihîze û piştre tevî kurê xwe vedigere welat.

Ronî dide şoreşa jinan ya Rojava

Fîlm ronî dide ser şoreşa jinên Kurd li Rojava, rola wê ya pêşeng û destanî di şoreşê de, çawa li hemû çeperên şer dibe fermandar û fedekariyên ku di rêya parastina nirx, doza jinan de û rizgarkirina wê ji zilm û koletiyê.

Têkildarî mijarê derhênerê fîlmê Xemgîn Salih ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em dixwazin bi rêya fîlmê 4 nameyan bigihînin civakê. Çawa ciwan li derveyî welat dijîn, rêyên vegera wan, rola bav û danûstandina wî bi keçên xwe re û her wiha bandora koçberbûna ciwanan û mayîna keçan li ser civakê.”

Xemgîn diyar kir ku fîlm cara yekemîn dê li her çar parçeyên Kurdistanê were pêşkêşkirin. Di fîlmê de hunermendekî mêr û 4 jin her yek ji wan nûnertiya parçeyekî Kurdistanê dike, dixebitin û ev tişt anîn ziman: “Eger fîlm bi ser bikeve, em ê beşdarî Mîhrîcana Sînemayê ya Cîhanî bibin.”

Ji aliyê xwe ve hunermend Cuma Mihemed ku li tevahiya Kurdistanê bi navê Bavê Teyar tê naskirin, destnîşan kir ku her çi qas gelek fîlm amade kiribin û nivîsandibin jî lê ev cara yekê ye ku di fîlmeke wisa de dilîze û diyar kir ku ew hemû hewldanên xwe dikin da ku fîlm bi ser bikeve.

Tê payîn ku tîma kar a şîrketa Arta Fîlm li ser awayên hatina wan a Rojava fîlmekî din jî amade bike.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27