DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star nîjadperestî û nêzîkatiyên desthilata Tirk ên li hemberî gelê Kurd şermezar kir

Kongra Star têkildarî şewata li Amed û Mêrdînê daxuyaniyek da  şermezar kirin û hevgirtina gelê Bakurê Kurdistanê di vemirandina şewata li Amed û Mêrdînê de silav kir.

Rêxistina Kongra Star a Helebê têkildarî şewata li Amed û Mêrdînê ku di encamê de 13 kesan jiyana we ji dest daye, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dewleta Tirk, ji ber ku bi lez mudaxeleyî şewatê nekiriye, hat şermezarkirin.

Daxuyanî li ber naveda Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûdê bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê endamên kongreyê Nesrîn Recep û Şîlan Xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de “Kiryarên dewleta Tirk a dagirker û durûtiya wê di aliyê xizmet û rewşa awarte de li hemberî herêmên Kurdan” hat şermezarkirin û hate gotin: “Polîtîkayên dewleta dagirker li ser esasê nîjadperestiyê ne. Ji du rojan ve senaryoyên ku guh nade canê Kurdan dûbare kiriye. Heman tişt di dema erdheja par de kiribû. Ev polîtîka sûcekî nîjadperestiyê ye.”

Di daxuyaniyê de hevgirtina gelê Bakurê Kurdistanê ku “Bi rihê gelê şoreşger û bi derfetên xwe yên kêm hewl dan agir vemirînin” hat silavkirin.

Di dewama daxuyaniyê de projeya neteweya demokratîk wek çareseriya herî guncaw a ji bo mîsogerkirina siberojeke ewle ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî yê li Bakur hat destnîşankirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku xwedî li kesên ji ber vê felaketê zerar dîtine, derkevin.

Related Articles

Back to top button