DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Armanc têkbirina vîna jinan û gelê herêm bû

Meclisa Kongra Star şehîdên komkujiya Helincê; Zehra, Hebûn û dayîka Emîne bi bîr anîn û soz da ku rêya wan berdewam bikin ta ku serkeftinê û serfiraziyê bi dest bixin.

Meclisa Kongra Star ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

23`yê Hezîrana 2020’î saet derdora 18:30’an de, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Helincê yê li nêzî bajarê Kobanê maleke bombebaran kir. Di encama bombebaranê de xwediya malê Emîne Weysî û endamên Koordînasyona Kongra Star Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl şehîd bûn.

Kongra Star her sê şehîd bi van gotinan bi bîr anîn: “Dijmantiya dewleta Tirk û hevalbendên wê li ser gelê Kurd û tevgerên me yên azadiyê û rêxistinên jinan bi salane dewam dike. Lê bi taybetî di destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê de ku di cewherê xwe de şoreşa tekoşîna azadiya jinan e, şoreşa demokrasiyê û wekheviyê ye, şoreşa dawîanîna li sîstemên desthilatdar, nijadperest, olperest û netewperest e, ku peradîgma netewa demoqratîk e.

Hevrêyên me Zehra, Hebûn û dayîka Emîna pêşengên têkoşîna jinê bû. Li dijî dijminê mêtînger û qirker tê koşiyan, hebûn û jiyana xwe dan vê têkoşînê. Ji kêliya ku tevlî nava refên jinên azadiyê bûn heta şehadetê, her tim tê koşiyan. Di vê êrîşê de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Zehra Berkel ji bo wekheviyê, edaletê û ji bo birêxistinkirina jinan li dijî zihniyeta baviksalarî ya 5 hezar sal, li dijî tundî û dagirkeriyê bê tirs di her kêliyên jiyanê de cihê xwe di nav kar û xebatê de digirt. Hebûn Mele Xelîl ku di zarokatiya xwe de beşdarî nava refên tevgera azadiyê bû, di şoreşa Rojava de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û li beramberî hovîtiya DAIŞ`ê şer kir. Ew jî wek jinek berxwedêr li seranserî Rojava kar û xebat meşand heta kêliya dawî ya jiyana xwe .

 Yadê Emîne wek dayîkeke welat parêz kar û xebat ji bo tekoşîna doza kurd dikir. Aşkere ye ku di vê êrîşê de hedefa esasî hevalên jin bûn. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP û MHP ê bi van êrîşan li ser pêşengên têkoşîna azadiyê hewl didin ku DAIŞ`ê rizgar bikin. Karê ku DAIŞ`ê dikir berdewam bikin ta ku hêza jin û gelê me nemîne. Lê bila baş bizanin ku jin û gelê Kurd ê li Kobanê ku DAIŞ şikand, her tim bi berxwedana xwe hatine naskirin. Wê heta dewleta Tirk û desthilatdariya AKP û MHP`ê jî bê şikandin em ê tê bikoşin.

Her wiha em bang li gelê Kurd û tevahî gelê Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê û rêxistinên jinan dikin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin, sûc û binpêkirinên desthilatdariya tirk heta rûxandina faşîzmê derxin holê û li ser xeta azadiyê û berxwedanê ya ku hevrêyên me tê da şehîd bûne, bimeşin ta ku serkeftinê û serfiraziyê bi dest bixin.”

Related Articles

Back to top button