ÇalakîNûçeSlide

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan

Bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir û Til Birakê, koçberên Serêkaniyê, niştecihên kampên Weşûkanî û Serêkaniyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û teqezî bi mezinkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya wî kirin.

Li ser bangewaziya Kongra Star a bajarê Hesekê bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temirê û Til Birakê, koçberên Serêkaniyê, niştecihên kampên Weşûkanî û Serêkaniyê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya azadiya gelan û aştiyê li Rojhilata Navîn e” meşiyan.

Kongra Star di çarçoveya pênagava navneteweyî ya bi dirşûma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku li 74 navendan li seranserî cîhanê 1`ê Cotmeha borî dest pê kiriye de, ev meş li dar xist.

Meş ji çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer a Hesekê dest pê kir û li Parka Serok a li taxa El Nasra rawestî û veguherî mitingê.

Di mitingê de, endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Şîraz Hemo axivî û got: “Ev sekna nîştimanî ku banga demokrasiyê, edaletê û wekheviyê dikin, berhema ramanên Rêber Abdullah Ocalan e. Felsefeya wî, ji kesên rêya rastiyê winda kiriye, pûsûle ye.”

Şîraz bang li gelê herêmê kir ku têkoşînê mezin bikin, li qadan bin, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar bikin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e lê belê rêberê gelên azadîxwaz e û bi rêya ramanên wî rê li pêşiya gelan vebû ku ji bo mafên xwe tê bikoşin.

Oso got: “Dijminên kurdan û azadiyê her tim hewl didin me ji Serok û ramanên wî dûr bixin. Ji ber wê divê em têkoşîna xwe mezin bikin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.”

Related Articles

Back to top button