CivînNûçeSlide

PYD’ê Helebê kongreya xwe ya 3ˊyemîn li dar xist

PYD'ê ya Helebê bi dirûşma "Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî û demokratîk a azad e" 3'yemîn Kongreya xwe li dar xist. Kongre bi bernameyekê bi dawî bû.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê 3’yemîn Kongreya xwe li hola Star Layt a herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd li dar xist. Di kongreyê de endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û hêzên leşkerî beşdar bûn.

Di serî de hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah li ser rewşa siyasî ya herêmê û cîhanê axivî.

Asya got: “Projeya neteweya demokratîk û felsefeya jiyana azad a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, hemû planên împeryalîst ku berjewendiyên xwe li ser xwîna gelan pêk tîne, têk dibe.”

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rende Osman got: “Gel bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan û li ser şopa şehîdên azadiyê, berxwedan û têkoşîna xwe didomîne.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir destnîşan kir ku jin di rêxistinkirina civakan û misogerkirina mayîndekirina wan de xwedî rolên pêşengtiyê ne.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Helebê Zagros Heleb axivî û soza tolhildana şehîdan, pêkanîna destkeftiyên din li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, rizgarkirina deverên dagirkirî û pêkanîna biratiya gelan, da.

Piştre endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser siyaseta demokratîk xwendin.

Her wiha endamê PYD’ê Hisên Elî rapora 2 salan a PYD’ê ya Heleb û endama PYD’ê Zîlan Fecir jî rapora jinan a partiyê, xwendin.

Piştre beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

Di dawiya kongreyê de Desteya Rêveber ji 23 endaman hat hilbijartin. Her wiha plansaziya 2 salan ji aliyê rêveberê Meclisa Ciwanan a PYD’ê Şiyar Xilo ve hat xwendin. Plansazî wiha ye:

Bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, şopandina rewşa rêveberên taxê, xurtkirina rola komînan di aliyê rêxistinî de, vekirina perwerdeyên girtî û vekirî ji endamên partiyê re û bikaranîna rêbazên nûjen ên perwerdekirinê, xurtkirina rola Meclisa Ciwanan, berfirehkirina karê rêxistinî li taxê û herêmên Til Eren û Til Hasilê, domandina lidarxistina civînên gel û zêdekirina çalakiyên fikrî yên li ser parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan.

Related Articles

Back to top button