Arşîv

Jinên Efrînê: Divê Jin Xwedî Li Hev Derkevin

Jinên Efrînê têkîldarê qetilîamê jinan ên ku di demên dawî de li Kantonê zêdebûne de nirxandin kirin. Jinan gotin, “Divê êdî jin xwe bi rêxistinbûn hember pergala desthilatdariyê têbikoşe. Li hember şîdeta mêran divê jin parastina xwe yê cewherî esas bigre.”

Ji ber zîhniyeta desthilatdar û pergala feodal her roj bi sedan jin rastî şîdet, gef û komkujiyê tên. Li Kantona Efrînê jî ji ber kevneşopiya civakê di du heyvên dawî de 10 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Jinên Kantona Efrînê li hember qatilîama jinan banga rêxistinbûnê li jinan kirin û gotin ew ê bi parastina cewherî re xwe bi rêxsitin bikin. Endama Rêveberiya Kongra Star Emîne Silêman qetilkirina jinan bi tundî şermezar kir û wiha got, “Mêrê ku jin wek milkê xwe dibîne, li ser wê îşkence, zilm û kuştinê ferz dike. Em jî weke Kongra Star li hember vê hişmendiya mêrê desthilatdar têkoşînê didin meşandin. Tenê hêza jin yê rêxistinkirî dikare dawî li tundî û zilma mêr bîne. Ji bo zanistî û rêxistina jinan bi hêz bibe em giranî didin perwerdehiyên xweser û parastinê.”

‘Divê jin xwedî li hev derkevin

Endama Rêveberiya Kongra Star Leyla Mihemed jî anî ziman ku di bin navê namûsê de jin tên qetilkirin û wiha domand, “Li Efrînê di demên dawî de gelek jin rastî şîdet û qetilkirinê hatin. Ev rewş bandorê li tevahî jinan û zarokan jî dike. Mêrê desthiladar bi rêbazên hovane û bi hişmendiyeke serdest jinan bi navê namûsê qetildike. Divê êdî li hember vê rewşê hemû jin serî rakin û li hev xwedî derkevin.”

‘Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye

Zeynep Xelîl a ji navçeya Cindirêsê ye, diyar kir ku şoreşa Rojava li ser bingehê azadiya jinê çêbûye û wiha pê de çû: “Weke ku Rêber Apo dibêje ‘Azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye’ em jî îro jinên Rojava bi vê ferasetê kar û xebatê didin meşandin. Lê li hêla din jî bi destê mêran hemû rêbazên hovîtiyê li ser jinan tê meşandin. Ji bo wê giring e ku mêr jî perwerdeya xwe ya fikrî bibîne. Divê tevahî jin perwerdê esas bigrin û xwe bi rêxistin bikin.”

‘Divê hemû jin ji bo parastina tevahî jinan têkoşînê bidin

Endama rêveberiya Kongra Star Zekiye Mihemed jî anî ziman ku ev şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha domand: “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, ji ber wê divê hemû jin li vê şoreşê xwedî derkevin. Di şoreşê de gelek sazî û rêxistinên jinan hatina vekirin, hemû jî bi armanca parastina mafê wan hatine vekirin, lê mixabin hîn jî li ser jin tên qetilkirin û rastî îşkencê tên. Divê hemû jin ji bo parastina tevahî jinan têkoşînê bidin. Jin bi enerjî û hêza xwe dikare her cure astengiyan derbas bike, lê tenê divê xwe bi rêxistin bike.”

(hs/rc)

 

Back to top button