Arşîv

Mala Jin a Çilaxa bi pransîpên edaleta civakî nêzî pirsgirêkan dibe

Mala Jin a navçeya Çilaxa li gorî pransîpên dada civakî, her wiha bêyî destwerdana dadgehan pirsgirêkên jinan çareser dike.

Li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî komîteyên lihevanînê û malên jinan hatine avakirin.

Bi xurtkirina rêgeza dada civakî û girîngiya komîteyên lihevanînê êdî pêwîstî bi dadgehan zêde nîne. Nemza ji bo jinan ku heya niha kevneşopiyên civakî û zihniyeta baviksalarî ji holê ranebûye ev sazî ji bo wan bûne meqsed.

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin meqseda jinan e

Bi pêvajoya Şoreşa Rojava re, rêxistinên jinan, bi serî de Kongreya Star mîsyona parastina jinan girt ser xwe, di vê çarçoveyê de malên jinan li hemû herêman vekir.

Komîteyên lihevanînê yên malên jinan, mîna meclisên dadgeha civakî têne hesibandin, komîte derbarê pirsgirêkan de cezayan nade, lê belê bi razîbûn û lihevkirina herdu aliyan nakokiyan çareser dike.

Wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê me serdana Mala Jin a Navçeya Çilaxa kir û karên wê şopand.

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin a Çilaxa pirsgirêkên jinan bi razîbûna aliyên pirsgirêkê çareser dike. Li gorî rêveberiyên komîteyê, Komîteya Lihevanînê ji destpêka salê ve 60 dozên jinan ên girdayî “Nakokiyên jin û mêr, nakokiyên malbatî, pirkirina hevjînan, zewicandina zarokan, destdirêjî, teşhîrkirin û pirsgirêkên malî û hwd” pêşwazî kirine.

Huda El-Elî yek ji endamên rêveberî ya Komîteya Lihevanînê dibêje, destpêkê ew pirsgirkê lêkolîn dikin û li hemû aliyan guhdar dikin.

Huda El-Elî destnîşan kir ku komîte biryara cezayan nade, lê hewl dide bi razîbûn û lihevkirinê pirsgirêkê çareser dike, çareserkirin li gorî irf û adetên civakî û qanên jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk tê  û wiha pê de çû:”Hin pirsgirêk cezayî mîna yên giran radestî dadgehê dikin da ku der heqê wan de ceza bêne girtin, dîsa ev pirsgirêk di bin şopandina Mala Jin têne çareserkirin.”

Zewaca di temenê biçûk de ji sedemên sereke yên veqetandina jin û mêr e

Ji pirsgirêkên ku herî zêde derbasî Mala Jinê bûne, veqetandina jin û mêr e. Huda El-Elî anî ziman ku sedema sereke ya vê pirsgirêkê zewaca di temenê biçûk de ye û wiha domand: “Rexmî ku qanûna qedexekirina zewicandinê kêm 18 salî heye, lê hin malbat qanûnê pêk nayîn û temenên keçên xwe di nasnameyê de zêde dikin da ku wan zû bizewicînin, ev yek encamên neyinî bi xwe re tînin ku piştî demeke kurt zewac bi veqetandinê bi encam dibe.”

 

(ANHA)

Back to top button