CivînNûçeSlide

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan semînerek da.

Endama Kongra Star Henîfe Mihemed semîner bi rêve bir ku li Kampa Serdemê ya bajarê Ehdas ê kantona Efrîn û Şehbayê li dar ketiye.

Henîfe ji koçberên kampê yên tev li semînerê bûne şehîd Zîlan da nasandin. Her wiha balkişand ser rola jinan a bingehîn di çend serdemên dawîn de bi taybet têkoşîna şehîd Zîlan a ku pêvajoyeke nû ya berxwedana jinan da destpêkirin.

Endama Kongra Star Hesîne Hesen jî diyar kir ku çalakiya şehîd Zîlan, ji bo gelê Kurd rêya xilasiyê bû û bersivdayîna komploya navneteweyî bû.

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Meamêl a kantona Dêrazorê bi çalakiyekê şehîd Zîlan bi bîr anî.

Di çalakiyê de hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Ibtîsam El Mihemed axivî û behsa çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan, têkoşîna wê li dijî komployê û planên li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di dawiyê de li ber wêneya şehîd Zîlan mûm hatin pêşxistin.

Related Articles

Back to top button