DaxuyanîNûçeSlide

Rêxistina Sara revandin û tecawizkirina zarokekê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk şermezriar kin

Rêxistina Sara revandin û tecawizkirina zarokekê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve û bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî yên têkildar a li hember sûcên bi heman rengî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker şermezriar kin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê duh ragihandibû ku çeteyan zarokek (17) li gundê Kibêşînê yê Şêrawayê ya Efrînê revandiye û tecawiz lê kiriye.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, bi daxuyaniyekê ev sûc şermezar kir.

Rêxistinê daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê xwend. Bi dehan jin, endam û nûnerên partiyan û saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefgirtina sivîlan û zarokan didomînin û bêdengiya navneteweyî ya li hember van sûcan ku li herêmên dagirkirî rû didin, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker zarokeke 17 salî ya ji gundê Kibêşînê revandiye, tecawiz lê kiriye û di rewşeke xirab û derûniyeke nebaş de vegerandiye mala malbata wê û piştre bav hewl dide keça xwe bikuje lê şêniyên gund nahêlin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zîhniyeta baviksalar hîna li ser civakê serwer e û bang li rêxistinên parastina mafên zarokan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û hesab jê bipirsin.

Related Articles

Back to top button