NûçePerwerdeSlide

Li Helebê  dewreya perwerdeya  a xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan hate bidawîkirin.

Mebest ji vê yekê ew bû ku di. Nava civakê de zanista  jinê were pêşxistin, ji ber ku malabata saziya bingehîn a di nava civakê de ye û eger jin azad nebe civak jî azad nabe.

Her wiha di nava vê perwerdeyê de endama meclisê Hêvî Husên û li gel wê jî 35 endam jin hebûn û di her roja dayîna dersan de  bi gelek agahiyên dewlemend dihat nîqaşkirin.

Beriya 3 mehan ji aliyê endama rêvebira Komîteya Perwerdeyê a akademiya  Şehîd  hêzil ve ,perwerde ji bo endam û meclisên mala jin a êzîdiyan a Şehîd Rûken Zerdeşt û Mala Jinê ya Eşrefiyê re perwerde û xwendina pirtûka feylesof û Rêber Abdullah Ocalan li ser jin û malbatê hate dayîn.

Heya niha jî xwendina pirtûkê ji aliyê komîteya perwerdeyê ve bi amadebûna koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîma Hemo û rêvebera Akademiya Şehîd Xezal Rizgar bi dawî bû. Di nava pirtûkê de li ser  Jin û Malbat radiwestiya , mebest ji vê yekê ew bû ku di nava malbatê de jin were zana kirin û hêz û vîna wê were mezin kirin, ji ber ku malbat saziya herî girîng e di nava civakê de herwiha  ger jin azad nebe, civak jî azad nabe.

Bi dirûşmeyên azadiya jinê û azadiya Rêbertî  dewreya perwerdeya pirtûka Rêbertî bi dawî bû..

 

 

 

Related Articles

Back to top button