ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star bi boneya 28’emîn çalakiya fedaî a Zeyneb Kinacî meşeke girseyî li darxist

Gelê kantona Qamişlo bi boneya 28emîna salvegera  Ş.  Zîlan ya xeta berxwedanê û maşîfestoya azadiyê bi jin jiyan azadî qêriyan û çalakiya xwe  lidarxistin.

Bi pêşengtiya kongra star  bi durşmeya ” bi Rihê    fedayetî şehîdên  Hezîranê  emê azadiya  fîzîkî     ya Rêber Apo mîsoger bikin.   jinan meşek lidarxist herwiha di destê çalakvanan wêneyê şehîd Zîlan û Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan alên Kongra Star bilind kirin.

Her wiha  meş ji çarxerêya Osman Sebrî haynî çarxerêya Basil a bajêr rawestiya  berî ku dest bi bernameya meşê bikin bi deqeyekê rêzgrtinê li ser giyanê şehîdan sekinîn.  Bajarê ku tevlî çalakiyê bûnê Til hemîs,  Tirbespiyê, Amûdê .

Her wiha bi vê boneyê Rêvebera kantona Qamişlo Şaha Xelîl di derbarê vê çalakiyê  û wateya fedayetiyê di tevgera azadiyê de wiha anî ziman û got’beriya hertiştî em Rêber Apo ku îro fedayetiya herî mezin dike silav dikin herwiha gerîlayên ku îro bi rihê fedayetî di çeperên şer de ji bo jiyaneke bi wate xeta zîlanê dişopînin silav kir,û wiha pêde çû, ev 28 salin  çalakiya Ş. Zîlan ji warê berxwedan û tekoşînan ji warê serhildanan ji bajarê dêrsimê  rêheval Zîlan ji bo ku xeta berxwedaniya azadiya  jin biparêze ji bo ku xewdî li fikir û felsefeya Rêbertî derkeve daku bibe parazvana xeta şehîdan li beramberî dewleta Tirk   di sala 1996 an de bi çalakiya xweyî mezin bû bersiv.

Şaha Xelîl eşkere kir ku li beramberî artêşa dewleta Tirk  li bajarê dêrsimê çalakiyek  bi wate pêkanî û bû fermandara û manîfestoya jiyana azad .

Şaha wiha dawî li axaftina xwe anî ku ew ji bo me fermandarin emê şervan û şopdarê rêya Rîhan û Yusreyan,Bêrîtan û Arîn mîrkan,Avêsta xabûr û tevahya fedayî û şehîdên twvgara azadiyê bin .di dawiyê de çalakî bi diruşmeya şehîd namirin jin jiyan azadî bêSerok jiyan nabe  bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button