Meş bi deqeyekê li ser rihê şehîdên azadiyê rawestiya despêkir.
Kongra Star meşek di navçeya Ehdas ya kantona Efrîn-şehba de li darxstin bi sedan Jin daketin qadan û beşdarî nava çalakiyê bûn .
Herwiha di despêka çalakiyê de endama Kongra Star a Şehba Hêvîn Bekir ji bo wateya rojê axaftinek kir û ban li gel kir û got; em îro daketin kolanan ji bo bîranîna şehîdên me yên hizêranê tevahî wek şehîd zîlan di şexsè şehîd zîlan de em tevahî şehîdên şoreşê bi bîrtînin.
li ser navê koordensyona Kongra Star a konatona Efrîn û şehba Ferîde îbo di derbarê wateya çalakiya fedayî a şehîd Zîlan de wiha eşkere kir’ di şexsê şehîd Zîlan Zeyneb Kinaci de ji hemo jinên berxwedêr û tekoşer re di roja şehedeta şehîd Zîlan de em hemî şehîdên azadiyê bi bîrtînin
Ferîde Îbo di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman bi hirmetî bi rêzdarî em silav û hezkirina xwe ji dilsoz û têkoşerên jiyana azad re diyar dikin roja 30 hizêranê roja ku dewleta Tirkyê dixwest carekî din komkujiya dêrsimê bide jiyîn û xwestin ßişahiyan li darxînin lê belê hevrê Zîlan di wê rojê de berevajî li serê wan wergerandin û roja 30 hizêranê kir roja binketina faşîst a dewleta Tirk carekî din qêrîna dêrsmê ber bi ezmanan da Ferîde Îbo axaftina xwe bi siloganên jin jiyan azadî bi dawî kir.