Arşîv

‘Heta rêberê me tê azadkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Helebê û Yekîtiya Jinên Azad a Şehba, bêdengiya navnetewî li hemberî tecrîdkirina li ser Rêber Ocalan û Komîteya Dij-Îşkenceyê CPT şermezar kirin û bang li Netewên Yekbûyî kirin ku tavilê destwerdana xwe bikin û tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û zextê li hikûmeta Erdogan bikin da ku van destdirêjiyên xwe bi dawî bike.

Buroya Jin a girêdayî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya Navenda Buroya Jin a MSD’ê ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji laiyê endama Buroyê Şahînaz Mihemed ve hate xwendin. Di  xwendina daxuyaniyê de bi dehan jin û endamên komînên jin ên taxa Şêxmeqsûd amade bûn.

Bi heman armancê Yekîtiya Jinên Azad a Şehba li navçeya Ehrezê ya kantona Şehba daxuyniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Mala Jin a navçeya Ehrezê Sebah Nasir ve bi beşdarbûna dehan jinan jinan hate xwendin.

Di herdu daxuyaniyan de jinan piştrast kirin ku bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên hemû pêkhateyên herêmê azad jiyan dikin û bi rola xwe ya sereke di avakirina civakeke saxlem de radibin.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku jinan cihê xwe di hemû aliyên şoreşê de girtine û pêşengiya şoreşa gelan dikin û netewa demokratîk li ser erdê pêk tînin.

Di herdu daxuyaniyan de tecrîdkirina Rêberê Gelê Abullah Ocalan û bêdengiya civaka navnetewî li hemberî destdirêjiyên hikûmeta Tirkiyeyê der heqê Ocalan de û bêdengiya Komîteya Dij-Îşkenceyê CPT hate şermezar kirin. jinan di daxuyaniyên xwe de bang li Netewên Yekbûyî kirin ku zexta xwe li ser Erdogan û hikûmeta Tirkiyeyê bikin da ku rê li pêşiya van destdirêjiyên wan der heqê Rêber Ocalan û gelê Kurd de were girtin û ji bo azadkirina Rêber Ocalan tevbigerin.

Herdu daxuyanî bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û bilindkirina asta têkoşînê heta azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan bi dawî bûn.

(ANHA)

Back to top button