ArşîvÇalakîNûçeSlide

Bi ruhê fedayî yê şehîdên Hezîranê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin

Kongra Star bi dirûşma, “Bi ruhê fedayî yê şehîdên Hezîranê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin” ji bo bîranîna şehîd Sama Yuce û Zîlan Kinacî meşek li dar xist û bi sedan şêniyên bajêr meşiyan. Endamên jin, nûnerên jin û mêr ên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Meşa ji ber Salona 8’ê Adarê destpê kir û li nava kolanên sereke yên taxê geriyan û bi qîrîna dirûşmên, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd Namirin” gihiştin dorhêla Şehîd Gulê Semlo ya li Rojava taxa Şêx Meqsûd.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre rêvebera Akademiya Star Mûna Gebek axivî û bal kişand ser çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan û wiha got: “Ew sembola azadiyê ye, çalakiya gerîla bersiveke li dijî dagirkeriya Tirk û wergerandina îdeolojî û vîna azad a jinê ye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Şehîd Zîlan rêya azadî û heqîqetê hilbijart û tevî ku ji ber pêngava gerîla demeke kin di nava refên gerîla de ma lê dîsa jî şop û bandora xwe hişt ku em hê jî bi bîr tînin. ev roj  ne mimkûn e ku fedakariyeke wiha were jibîrkirin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Verjîn Mihemed jî wiha got: “Bi ruhê şehîd Zîlan em ê ji Îmraliyê heta çiyayên Kurdistanê hemû astengiyan bişkînin û bi çalakiya wê ya fedayî em ê bigihêjin serketin û azadiyê. ”

Piştre Koma Şehîd Delîla ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn govend gerandin.

 

Related Articles

Back to top button