ÇalakîNûçeSlide

“Em ê heta kêliya xwe ya dawiyê xwedî li berxwedana şehîd Zîlan derkevin, têkoşîn û berxwedanê xurttir bikin.”

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, sazî, dezgehîn girêdayî Rêveberiya Xweser tev li Festîvala 4`emîn a Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) bûn. Jinên ciwan bi cil û bergehên xwe yên Kurdî tev li festîvalê bûn.

Di festîvalê de dirûşmên” Jin, Jiyan, Azadî” û ” Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di festîvalê de endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hiso axivî û got: “Şehîd Zîlan li hember dewleta Tirk a dagirker yekemîn çalakiya fedaî pêk anî. Wê yekê jî hişt dewleta Tirk ji hêza me bitirse. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe gel ji qirkirin û koletiyê rizgar kir. Em ê xwedî li berxwedan û têkoşîna şehîd Zîlan derkevin.”Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûryê Bêrîtan Roj got: “Em salvegera 28`emîn a şehadeta şehîd Zîlan li Rêber Apo û hemû gelê hazir pîroz dikin. Şehîd Zîlan tu carî xeta îxanetê qebûl nekir. Li dijî komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bersiv da dijmin. Bi wê yekê şehîd Zîlan xwest bibêje tu kes nikare destê xwe dirêj Rêbertiya me bike. Em ê li ser xeta şehîd Zîlan şopdarê rêça şehîdan bin.”

Bêrîtan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê heta kêliya xwe ya dawiyê xwedî li berxwedana şehîd Zîlan derkevin, têkoşîn û berxwedanê xurttir bikin.”

Piştre gelek stran hatin pêşkêşkirin, şano hat lidarxistin.

Related Articles

Back to top button