NûçeSlide

Li kantona Kobanê tecrîd hate şermezarkirin

Şêniyên kantona li bajarokê Şêran li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û gotin ew dev ji Rêber Abdullah Ocalan bernadin û tecrîdê qebûl nakin.

Di çarçovaya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma “Ji Adullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de gel l bajarokê Şêran ê heêma Firatê daket qadan.

Li bajarokê Şêran ê kantona Firatê gel ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiya.

Meşê ji pêşiya Meclisa Şêranê heta navenda Kongra Starê dewam kir. Di meşê de dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan” hatin berzkirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêranê Bedîa Miho di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk û hevalbendên wê dixwazin bi rêya vê tecrîdê aloziya li Rojhilata Navîn dirêj bikin. Lê ew kilîta çareseriyê ye.”

Meş bi dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button