NûçePerwerdeSlide

Komîteya perwerdê a Kongra Stra Li Helebê dewreya perwerdeyê ya vekirî bi dawî kirin.

 Kongra Star li Helebê dewreyeke perwerdeyê ya vekirî ji bo endamên Meclisa Komîteya Perwerdeyê ku  15 rojan dewam kir, bi dawî kirin.

Di 25 ê meha 6.2024 an de, Komîteya Perwerdê a Kongra Star li Helebê, li Akademiya Şehîd Hêzal Rizgar a girêdayî navenda Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd dewreyeke perwerdê ji  endamên meclisa perwerdeyê re ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ve vekir.

Berî ku dest bi perwerdê bibe bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê şehîdan sekinîn.

Waneyên ku beşdaran  wergirtin wihabûn:

Dersa Yekem: Civaka Xwezayî

Dersa Duyemîn: Rastiya serokatî

Dersa Sêyem: Dîroka Kurdistanê

Dersa Çaran: Cinsîyetperestî

Dersa Pêncemîn: Hevjiyana azad

Dersa Şeş: Dîroka Jin

Dersa Heftem: Neteweya Demokratîk

Dersa Heştan: jineonolojî

Dersa Neh: Şerê  Gelê şoreşgerî  û Stratejiya Çaremîn.

Her wiha Mûna di derbarê perwerdeyê de  axifî û wiha di destpêka axaftina xwe de  got.   ev dewre li ser navê şehîdên Helencê hatiye vekirin û di berdewamiya axaftinên xwe de ev şehîdan û têkoşîna wan a şoreşgerî bi bîr anî, yên ku gihiştine asta şehadetê da ku em di nava jiyaneke wekhev, bi çanda exlaqî, siyasî , Civaka ekolojîk , demokratîk ve bijîn.  bi kesayetên van şehîdan û bi vîna xwe ya azad heta serkeftinê wê têkoşîna me bidome.

Mûna destnîşan kir. Ku Armanca vekirina vê kursê ji endamên meclisa perwerdê re bilindkirina asta zanyarî ya meclisa perwerdê a jin e, da ku di warê bîrdozî û pratîkî de bighêjin  asta pêwîst , ji bo bi hêz kirina komîtê ye.

Perwerde bi şahiyekê  bi dawî bû..

Related Articles

Back to top button