Rêxistina Stêrk a li taxa Şêx meqsûd ya bajarê Helebê komkujiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li dijî zarokan pêk tîne bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Her wiha daxuyanî li pêşiya Rêxistina Stêrk hate xwendin.ji aliyê Zarokên Rêxistina Stêrk.
Di naveroka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Sûriyê rojane binpêkirin li dijî zarok û kesên ku ji ber kuştin, koçberî, malwêranî û birçîbûnê diêşin tên kirin, ji ber ku şer û nakokiyên dewletan wêraniyeke mezin çêdike û ev jî dibe sedema koçberiya zarokan ji welatên cîran.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat eşkere kirin: “Li seranserê cîhanê gelek zarok hene ku di encama şerên li piraniya welatan de bi awayekî trajîk mexdûr dibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “ku Duh di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de 3 zarokên Kurd jiyana xwe ji dest dan, ew zarok jî ku navê wan Can, Mihemed, Şahîn Çerkez. û Xelîl Mihemed Xelîl ku xelkê bajarê Efrînê ne. Zarokekî din jî ji ber binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jiyana xwe ji dest da.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat tekez kirin: “Em bi navê rêxistina Stêrk a mafên zarokan li kantona Efrîn û Şehbayê dişopînin û diparêzin , kiryarên ku di derheqê zarokan de pêk tên şermezar dikin,û bang li Rêxistinên navneteweyî, Mafê zarok û Mirovan û wan li gorî peymanên navneteweyî dive zarok ji her zirara fîzîkî an psîkolojîk were parastin,pêdiviyên ewlekarî ,tendirustî,perwerdeyî bên bi cihanîn.