27 jin ji endam û rêveberên Kongra Star di perwerdê de amadene .
Armanc ji vê perwerdê ewe xwe naskirin ,rêxistinkirin ,herwiha li ser bingeha bîrdoziya jina azad xwe kurkirin
Her wiha ev wane ji aliyê endama Rêveberiya Kongra Star a kantona Qamişlo Ibtîsam Elhuseyîn ve hete dayîn.
Waneyên ku di perwerdê de ku tên dayîn evin:
Girîngiya perwerdê.
Jin û Rêveberî.
Islûb û xîtab.
Çand û exlaq.
Welatparêzî.
Cinsyet parêzî.
Rastiya Rêbertî.
Şerê taybet.
Danasîna Kongra sta
Jin û rêveberî.
Jin û şoreş.
Tenduristî.
Şerê gelê şoreşgerî.
Jineolojî.
Waneya rêziknameya hundirîn a Kongra Star ji aliyê rêveberiya Kongra Star a Qamîşloyê Şaha Xelîl ve hat dayîn: “Kongra Star xwe li ser esasê îradeya bingehîn û xwerêveberiyê bi hemû jinên gelan re birêxistin dike. çand, ziman û baweriyên cuda û rêxistinbûna wê li ser bingeha stratejiya neteweya demokratîk, derbaskirina navendîbûnê û bidestxistina azadiyê ye û ji bo jin û gelên cuda edalet û wekhevî pêk tê û îdeolojî û nêrîna jinê esas digire ji bo çareserkirina pirsgirêk û pirsgirêkên civakî.”
Şaha axaftina xwe wiha domand:
Armanca Kongra Star
Karên Kongra Star
bingehên giştî
Endamtiya rêxistinê û prensîbên tevlêbûnê:
erkên endam
Di derbarê mafên endamtiyê de
Struktura rêxistinî û mekanîzmaya xebatê:
Komun, meclîs, akademî û kooperatîfan
Komîte (Komîteya Perwerde û Akademiyan, Komîteya Civakî, Komîteya Siyasî, Komîteya Têkilî û Peymanên demokratîk, Komîteya Parastina cewherî, Komîteya Maf û Dadê, Komîteya Aboriya Komîn, Komîteya Darayî, Komîteya Çand û Hunerê, Komîteya Ragihandinê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Ekolojî)
Mekanîzmaya rêxistinî ya Kongra Star (Kongre, Meclîsa Kongra Star, rêveberiya Kongra Star, Koordînasyona Kongra Star)
Hikmên giştî.
Mebesta vê perwerdê ku guhertina zihniyeta hezarên salan û kevneşopiyên ku bi zihniyeta serdeşt li ser civak û jinê hatiye serwerkirin daku jin bikeve ferqa hebûn,fikir ,vîn û xwebûna xwede xwe nas bike, perwerde bike daku di her beşên jiyanê de bibe hêza çareseriyê .