Arşîv

Jinên Ereb: Bila Erdogan biçe aloziya welatê xwe çareser bike

HESEKÊ – Jinên Ereb ên li navçeya Holê dijîn li hemberî nêzîkatiyên Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Bila Erdogan biçe aloziya welatê xwe çareser bike. Gelên Sûriyeyê dikarin xwe biparêzin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Bi hevkariya hêzên hegemonîk û Ewropayê dewleta tirk gefan li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê gel pergala xwe ava dikin û dixwazin di nav aramî û ewleyê de bijîn. Jinên Ereb ên li navçeya Holê dijîn di nêrînên xwe de bal kişandin ser nêzîkatiya Tirkiyeyê û dan zanîn ku Tirkiye, aloziya xwe ya hundirîn li Sûriyeyê belav dike. Jinan derbarê gefên demên dawiyê de nêrînên xwe bi ajansa me re parvekirin.

Întîsar Mûsa di axaftina xwe de bal kişand ser hevkarên dewleta tirk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirk bi hevkariya hêzên Ewropayê dixwaze berjewendiyên xwe li ser gelê Sûriyeyê pêk bîne. Di serdema Rejîma BAAS û DAIŞ’ê de tu hebûna me wekî gelê Sûriyeyê tunebû. Piştî ku herêma me ji aliyê Hêzên QSD’ê ve hat rizgarkirin ew roj ji me re zayîneke nû bû. Di kêliya rizgarkirina ji DAIŞ’ê me bêhna azadiyê kişand.”

‘Erdogan herêmê hedef digire’

Întîsarê, di axaftina xwe de destnîşan kir ku dê rê nedin dewleta tirk, Rûs, Îran û ne jî Rêjîma Sûriyeyê ku xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçe bikin û wiha dom kir: “Rêjîma Sûriyê ku qaşo xaka Sûriyeyê diparêze ew firotine Îran û Rûsyayê. Êdî em dizanin ji bo çî ev qas li ser herêmê radiwestin. Kurd, îro xwedî bi mafin li ser xaka Sûriyeyê. Ji ber wê tiştî jî Erdogan herêmê hedef digire. Em ê Efrînê jî rizgar bikin û nehêlin êdî destê gemara bighêje jinên Efrînê.”

‘Serdema DAIŞ’ê wekî serdema Osmaniyan e’

Wefa Birahîm jî di axaftina xwe de bal kişand ser projeya Netewa Demokratîk û wiha got: “Projeya Netewa Demokratîk dê li hemberî planên Erdogan bibe asteng. Rêjîma BAAS’ê tenê ziman, netew û al derxist pêş, lê di projeya Netewa Demokratîk de her netewek bi ziman, bi nasname û bi dîroka xwe tê perwerdekirin. Niha êdî civakeke azad û polîtîk jî tê avakirin. Erdogan li hemberî têdigihiştina azadî û rêxistinbûna jinê dibe asteng û êrîş dike. Serdema DAIŞ’ê wekî serdema Osmaniyan bû û di navbera her duyan de cudabûn nîne.”

‘8 sal in xwîn dirije’

Xedîca Xidir a ku di di axaftina xwe de bal kişand ser çareseriyê jî wiha dom kir: “Ma ne bes e tirk zêdetirî 400 sal in li ser desthilatdariyê bûn. Êdî bes e. Bila êdî gel di nava aramî û ewlehiyê de bijîn. Divê pirskirêka Sûriyeyê bi rengek aştî û siyasî were çareserkirin. 8 sal in xwîn dirijê. Tirkiye, aloziya xwe ya hundirîn li Sûriyeyê belav dike. Ji ber ku naxweze têkçûna xwe bide hiskirin.”

‘Bila Erdogan pirsgirêkên xwe çareser bike’

Xedîcayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila Erdogan biçe aloziya welatê xwe çareser bike. Gelê Sûriyeyê dikare xwe biparêze. Sûriyê dikare bi xwe aloziya çareser bike. Pêwîstî bi tu hêzên derve tune ye. Niha dixwazin pergala ku gel ava kiriye têk bibin. Her wiha bila civaka Navdewletî guh bide qêrîna gelan. Dê heta kengî xwîn birijê û jî rijandina xwînê tamaşe bike?”

Back to top button