Arşîv

‘Bi rihe berxwedanê em hatin van rojan’

ŞENGAL- Civaka êzidi ji ber bîr û baweriya xwe hata roja îro ji 74 fermanan derbas bû. Bi nêzîkbûna fermana herî dawî ya 3’ê tebaxa 2014’an de ku ji aliye DAÎŞ’ê ve li Şengalê bi serê kurdên êzidî de hat, îro ev civak bi armanca 5’emîn salvegera vê fermanê amdekariya şermezarkirina fermanê dike.

Di 3’yê tebaxa 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ve fermana 74’an li Şengalê bi serê kurdên êzidî de hat. DAÎŞ’a ku li Rojhilata Navîn tu baweriyên cuda qebûl nedikir, piştî ku bajarê Mûsilê bi giştî xistê deste xwe vê carê jî berê xwe da Şengalê ku kurdên êzidî lê bûn. Li Şengalê komkujiyeke mezin li ser civaka êzidî pêk anî û baweriyên mayî jî bi zor û qetilkirinê li gorî daxwaza xwe anîn ser rêya xwe. Di encama vê erîşê de bi hezaran êzidî hatin kuştin û bi hezaran kes jî cih û waren xwe koçber bûn. Li gel vê jî li gorî encamen hinek rexistinên navneteweyî nezî 7 hezar jin û zarokên êzidi hatine revandin. Gelek ji wan jî heta niha wunda ne û aqûbeta wan ne diyar e. Lê yên wekî Dewleta Iraq û hêzên PDK’ê ku Şengalê di bin parastina wan de bû, gelê wê neparastin û bi komkujiyan re rûbirû hiştin. Bi hatina şervanên YPG/YPJ’ê ku bi hawara Şengalê de hatin û şer kirin civaka êzidî ji qirkirine xelas bû. Şengal îro parastina xwe bi xwe dike.

Bi armanca 5’emîn salvegera Komkujiya Şengalê bi armanca 5’emîn salvegera komkujiyê dest bi amadekariya şermezrkirinê û bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dike. Derbarê 5’emîn salvegera fermana 74’an de berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Hêj hestinê kuştiyên me li qadan e’

Ferîde bal kişand ser Komkujiya Şengalê û got ku Şengal bi zanebûn hedef hat girtin. Ferîde wiiha berdewam kir: “ Salvegera 5’emîn a fermana 3’yê tebaxa 2014’an nezîk dibe. Di destpêke de em hemû şehîdên fermanê û Êzidxane bi bîr tînin. Hîna hestiyên şehîdên fermanê li qadan e û cenazeyê gelekan ji wan jî li ku ne ne diyar e. Wekî civaka êzidî em ve roje û hemû rojên fermanên din ji bo xwe weke rojên reş dibînin. Çawa ku di her fermane de xwestin civaka êzidî ji ol û baweriya we qut bikin di fermana 74’an de jî armanc heman tişt bû. Erîşên li ser me hatin hemû ji ber ol, bawerî û çanda me ya êzidyayetiyê bûN. DAÎŞ di bin navê îslamê de erîş û qirikirin li ser me pêk anî. Di encama vê êrîş û qirkirinê de bi sedan kes kuştin û heta roja îro jî ne diyare ku cenazeyê wan li ku derê ne. Bi sedan gorên komî li Şengalê hene. Em di heyata xwe de fermana 74’emîn ji bîr nakin.”

‘Em parastina xwe bi xwe dikin’

Ferîde Şengalî da zanîn ku gel hemû pêkanînên dijmirovî ku bi serê civaka êzidî de hatin jî wan dest jî ax û baweriya xwe bernedane danê û heta roja îro li ber xwe didin. Ferîde wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em weke civaka êzidî hina bi qirkirinê re rûbirû ne. Lê çawa me wê demê li ber xwe da û me terka çand û baweriya xwe nekir, em îro jî li ber xwe didin. Em e her tim li pey felsefeya xwe ya êzidîyatê bin û bi vê felsefeyê bijîn. Cewhera jina êzidî berxwedan e. Ji ber vê cewherê gelek jinên êzidi ji bo nekevin destê DAÎŞ’e xwe ji zinaran avetin. Vî rih û baweriyê hişt ku jina êzidi careke din vegere jiyanê. Bi vê baweriyê îro jina êzidî xwe rexistin kiriyê çêk hilgirtiyê û xwe bi xwe diparêze. ”

‘Ji bilî me kesek nikare me biparêze’

Feride Şengalî bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî; “Ev 5 salin em bi xwe bi derfetên xwe, xwe bi rêve dibin. Kesekî ji bo avakirinê alîkariya me nekir. Lê weke civaka êzidî ji bo me ya giring jî ev e ku e em bi xwe xwe rêve bibin. Tenê em dikarin xwe biparêzin kesekî din nikare me bipareze. Me ev rastiyê herî baş di 3 tebaxa 2014’an de dît. Piştî fermanê civaka êzidî xwe ji nü ve ava kir. Em wan kesên ku di ber me da ked û cane xwe dane jî tu carî ji bîr nakin. Keda wan civaka êzidi anî vê astê. Yek ji wan kesên ku ked daye jî jî Mamê êzidiyan; Mam Zeki ye. Bi vê minasebetê em hemû şehiden xwe bi bîr tînin û em dibêjin ku em minetdarên wan in.”823x463cc-280719-sengal-feride-sengal-jibo-salvegerafermane-nerin-manset

Back to top button