Kongra Star : Li hember fermanan ewê heya serkeftinê û misogeriya azadiya jinan li qadan bin
Di 3'ê Tebaxa 2014'an ji aliyê DAIŞ’'ê ve fermana 74’an li ser gelê Şengalê hate kirin û bi sedan jinên Êzîdî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Ku ev 10 sal li ser fermana Şengalê re derbas bûn. Bi vê boneyê Meclisa Kongra Star li parka 19’ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo mîtîngek li dar xist.
Mitîng bi deqeyekî rêz girtine li ser rihê cangorîyên komkujîya şengalê de jiyana xwe ji dest dan rawestiyan hat destpê kirin.
Bi dehan jin û mêr beşdarî mitinga şermezarkirina fermanê bûn di mitîngê de ala Kongra Star wêneyên Şehîdên şengalê û filêksên “li dijî her curê tundîya dewlet û hişmendîya zilam JIN JÎYAN AZADÎ ” “ji qirkirin û dagirkerîyê re na emê Jin û Jîyanê biparêzin” hatin hildan.
Piştî deqeyek rêzgirtin herwiha ji alîye endama Hîlala Zerîn a çan û huner Berîvan Botan ve bernameya çalakiyê hat destpê kirin, Berîvan Botan endama koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed dawetî li ser sahnê kir.
Endama koordînasyona Kongra Star Remzîye Muhemed despeka axaftina xwe de Şehîdên komkujîya fermana şengalê bi bîr xist û wiha got: “bi ve berxwedanê bersivekê mezin komplogerên ku xwestin Şengalê dagir bikin xwestin qirkirinekî nû peşbixin le careke din sekna gellayên me lehengîya şervanên me ji rojavayê kurdistanê wekî YPG Û YPJ ji çîyayên Kurdistanê jî wekî Gerîllayên HPG û YJA-STAR ê bûn bersivekî mezin ji bo parastina gelê me û parastina nirxên wî bi berxwedanîyeke mezin li hemberî van êrîşên hovane rawestiyan. Raste komkujî û gelek kes hatin kuştin hatin revandin bi vê hovîtîyê vê kuştinê van komkujiyan dibe ku em bi gotinan tînin ser ziman lê her Jinek Êzidî ku tê rizgar kirin ji destê DAÎŞ ê her zarokekî tê rizgar kirin tenê li gotinan wan em guhdar bikin emê nas bikin ku çi hovîtî li ser gelê me û bi taybet li ser jinan hatîye meşandin bi vê hovîtîyê bersiva herî rast bersiva herî mezin rexistinbûna Jin ê rexistinbûna civakê ye ji ber wê jî çendî şoreşa Rojava berxwedanî û şerekî mezin li hemberî hovîtîya DAÎŞ ê da meşandin bû ezmûnekî ku tevahî gel xwe li ser ava bike, ev ezmûn bi gelê me yê Şengalê re jî hat parvekirin. Bi rexistinbûna xwe yê civaka sîvîl rexistinbûna xwe yê meclis, meclisên Jinan meclisên giştî bi rexistin bûna xwe wekî partîya sîyasî ku îro li qadên navnetewî doza darvekirin û hesap dayîna kesên ve komkujiyê pêk anîne, raste îro em salvegera komkujîya 74 an a şengalê bi bîr tinin lê em ji bîr nekin salekî weke îro
peşengekî jinen kurt çalakvanekî Jina kurd Pexşan Ezîzî hat girtin berîya çend rojan jî biryarê darvekirina wê hatiye girtin di şexsê Pexşan Ezîzî de di şexsê her jinek êzidî di şexsê her Jinekî Rojhilatê Kurdistanê di şexsê her Jinekî rastî êrîş û tundîyê tê em li vê qadê bi navê tevahî Jinên cizîrê him bangawazîya yekitîyê dikin him jî bangawazîya tevlîbuna berxwedana jinan dikin,û xwedî derketina her Jinekê ku rastî êrîşê tê em soza wê didin.
Remziye di berdewamiya axaftina xwede wiha da zanîn,ku kîjan jin li kîjan axê ne bi rexistinkirî be wê neyê parastin, ji ber wê jî yêkitîya Jinan bi hevgirtina Jinan emê tevahî komployan vala derxînin. Ev heqîqet jî di nava salên dirêj yê şoreşê diyar bû, bi yekitîya Jinan me karîbû şoreşa Jin li derxînin me karîbû 12 salan tekoşîn û berxwedanê bikin me karîbû parastina gelê xwe şoreşa xwe nirxê şoreşa xwe biparêzin . Ev berxwedanî ev tekoşîn hîn jî berdewame ji ber êrîş û dagirkerî li ser axa me li ser civaka me û heremên me berdewame, dagirkerîya ku niha li herema Kurdistanê bi dertê dewleta Tirk Erdogan ê Daîşî ku careke din dixwazê heremên Kurdistanê dagir bike,bi êrîşên ser Gerîllayên azadîyê YJA-STAR û HPG li hemberî wan hovîtîya van êrîşan dide meşandin bi nave we em wan slav dikin em dibêjin “bijî berxwedana Gerîlla”
Remzîye Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir:”tenê gelê bi rexistin kirî wê bersiva herî mezin herî giran ji tevahî êrîşên dagirkerîyê êrîşên dijminatîyê li hemberî jinên tekoşer li hemberî gelê azadî xwaz bide, ev yek li ber çavê tevahî cîhanê ye ku jinên her car parçê Kurdistanê Rojava, Bakur, Başûr Rojhilat ê Kurdistanê bûne mînaka serhildana Jin Jîyan Azadî ku niha ew berxwedan li gelek deverên wekî Afganîstan û tavahî cîhanê tê meşandin wê bi hev girtina Jinan wê serkeftina jinan misoger be, ji bo wê em careke din berxwedana gelê şengalê û tevahî jinan destkeftîyên xwe parastin nirxê xwe xwedî derketin ewê bibe sekeftina me .
Herwiha Rêveberiya Yekîtiya Jinên Êzîdî Hediya Şemo têkildarî mîtîngêaxfî û berxwedaniya Jinên Şengalê bibîr anî wiha GOT: “Jinên Şengalê yên ku rastî qirkirin, tecawiz û kuştinê hatin kirin. Niha bi hezaran jin li şûna wan li Şengalê xwe bi rêxistin dikin. Bi hêza YPG, YPJ û şervanên azadiyê Şengal hat rizgarkirin. Her wiha bi piştgirtiya jinên Rojava jinên Şengalê xwe birêxistin dikin û kar û xebatê didin meşandin. Em îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Xiristiyan û Êzîdî dest didin hev ku em riya azdiyê bigrin da ku azadiyê bighînin hemû jinan.”
Mîtîn bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Şengalê” Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.