Arşîv

Ji jinên Tirkmen nameya berxwedanê

Li kantona Girê Spî çalakiyên mertalên zindî yên li ser sînorê Tirkiyê – Sûriyê yên şermezarkirina gefên Tirkiyê didome.

Hemû pêkhateyên kantonê ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermen di çalakiyê de ne. Ajansa me nêrînên jinên Tirkmen ên beşdarî çalakiyên mertalên zindî bûn, girtin. Jinan tekez kir ku ew ê xaka xwe biparêzin û bernadin.

‘Em ê li dijî her xeteriyê bibin mertal’

Di vî warî de, Fatme Tirkmenî destwerdana Tirkiyê ya li dijî xaka Sûriyê şermezar kir û wiha got: “Em niha li vir in li bin konê mertalên zindî yê li ser sînorê Tirkiyê ne. Da ku ji tevahî cîhanê re raber bikin ku em yek in û destwerdana Tirkiyê red dikin. Ciwanên me ked dan, ji bo ku ewlehî û aştiyê li vê xakê bidin jiyankirin.”

Fatme diyar kir ku ew ê li hemberî her xeteriyek li ser xaka xwe bisekinin, bibin mertalên zindî û ji ti tiştî natirsin.

‘Tirkiye bi gefên xwe hewl dide çavan li krîza xwe ya naxweyî bigire‘

Şaha Esaf bang li tevahî jinên Sûriyê kir ku li hember dagirkerî û destwerdana Tirkiyê bibin yek û wiha got: “Em di bin vê konî de dibin mertalên zindî. Em destwerdana Tirkiyê ya xaka pîroz ku bi xwîna ciwanên me hatiye avdan, red dikin.”

Jina bi navê Xufran Raco mesajek da jinên Sûriyê û wiha got: “Divê li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin. Tirkiye hewl dide ewlehiya herêmên me û projeya jiyana hevbeş xirab û tevlihev bike. Tirkiye bi van êrîşan çavan li krîza xwe ya naxweyî bigre û gelê xwe bi dozên cîran re mijûl bike.”

Di dawiyê de Xufran bang li tevahî rêxistinên hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û hişyarî da ku heke şer rû bide dê qurbaniya yekemîn jin bin.

Back to top button