ArşîvDaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: li ser heremê êrîşan pêk tîn bi armanca tekbirina aramî û ewlehîya heremê ye

Kongra star ew êrîşên Hêzên hukumeta Şamê bang civata navneteweyî û mafê mirovan kir ku hêzên demokratîk re li hember vê komkujiyê xwedî helwest bin û hesab ji berpirsyarên vê komkujiyê bixwazin.

Daxiyani wiha ye: ”Di heftê Tebaxê de ji aliyê hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfaî El wetenî yên pê ve girêdayî, bi armanca têkbirina aramiya heremê, êrîşî Dêrezorê kirin. Hêjayî gotinê ye ku berî niha jî êrîşên vê heremê kiribûn, lê belê ji ber hevgirtina gel û eşîrên li heremê û piştgiriya wan a bi QSD’ê re, herwiha berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê ev êrîşên wan ên hovane hatibûn têkbirin. Ev hêz li hember îradeya gelên heremê bi binketî, di 9’ê tebaxê de bi awayekî hovane careke din li gundê El Dehla yê ku dikeve rojhilatê Dêrazorê, li ser jin û zarokan komkujîyek pêk anî. Ev êrîşên çeteyên Şamê li ser heremê pêk tîne, rê ji êrîş, xurtkirin û zindîkirina DAÎŞ’ê re vedike. Di vê komkujiyê de piranî jin û zarok hatin şehîdxistin.”

Kongra Star komkujîya li Heremê pekhatî şermizarkir, sersaxî ji malbatên şehîdan û birindaran ra şîfa acîl xwest. her wiha ji bo hesap xwestina berpirsyarên komkujîyê bang li raya giştî mafê mirovan kir û wiha hat gotin:”Em weke Kongra Star vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin û ji birindaran re jî şifayê dixwazin. Banga me ji raya giştî, civaka navneteweyî, aliyên ku bi mafê mirovan bang dikin û hêzên demokratîk re heye ku li hember vê komkujiyê xwedî helwest bin û hesab ji berpirsyarên vê komkujiyê bixwazin.

Careke din em bang li jin û ciwanan dikin ku li hember van komkujî û ferzkirinên çetewarî yên ku aramiya heremê xirab dikin, herwiha azadiya jinê, pirrengî û demokrasiyê tehdîd dikin, bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest.

‘Ev êrîş dê vîna gelê me neş kinê’

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ve dê li hember vê êrîşê bêdeng nemîne û ev yek dê vîna vî gelî neşikîne. Bervojaî wê dê helwest û bertekên wan xurtir û zêdetir bike.

Em bi taybet bangî jinan dikin ku xwedî li QSD, YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiyê derbikevin û bi tundî helwestê raberî van êrîşên hovane û çetewarî yên hikûmeta Şamê bidin.”

Dawîya daxiyaniyê da bang li hukumeta Şamê hat kirin:

”Demildest pêwîst e ku hikûmeta Şamê jî dev ji van helwestên xwe yên çetawarî û hevkariya xwe ya bi hikûmeta AKP’ê re berde, ji ber ku Dewleta Tirkiyê tu carî aramiya heremê nexwestiye û hikûmeta Tirkî ji bo xeyalên xwe yên Osmanî bi cih bîne, giştî aramiya heremê kiriye bin xeteriyê.”

 

Related Articles

Back to top button