ArşîvDaxuyanîNûçeSlide

Kongra star: Banga şermezarkirina bidawîkirina şer û pêkanîna aştiya adil li dibistanê Xezayê kir

Kongra star Bi berdewamiya şerê li Xezayê ji 7ê Cotmeha 2023an ve, îro em bûn şahidê êrîşeke din a wêranker daxuyanîk da.

Daxuyanî wiha ye: Şermezarkirina komkujiya dibistanê li Xezeyê: Banga bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyeke adil

berdewamiya şerê li Xezayê ji 7ê Cotmeha 2023an

ve, îro em bûn şahidê êrîşeke din a wêranker di pêla tundûtûjiyê ya berdewam de bi bombebarankirina dibistana Al-Tab’een, ku koçberên ji navçeyên şer li rojhilatê bajarê Xezayê tê de dihewand.

Daxuyaniyê nîşan kir ku, Di êrîşê de zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de jin û zarok jî hene. Êrîşên li dijî sivîl, jin û zarokan, li stargehên penaberan û dibistanan sûcê şer e.

Daxuyaniyê anî ziman, Em vê komkujiya bi tundî şermezar dikin. Ew şer mîna êrîşa vê dawiyê ya li ser dibistanê, tenê êş û azar ji xelkê re aniye û metirsiya belavbûna li tevahiya herêma Rojhilata Navîn heye. Şerê Gaza bi tu awayî xizmet azadiya civakan nake bi tu awayî xizmeta pêşeroja civaka û jinan nake; tenê xizmeta berjewendiyên desthilatdaran û armanca parastin û berfirehkirina desthilata wan dike.

Daxuyaniyê wiha hat gotine: Di vê çarçoveyê de em weke Kongra Star hevgirtina xwe ya bê şert û merc bi gelê Filistîn û gelên bindest ku ji bo azadî û edaletê têdikoşin, dubare dikin. Em jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li herêmê ji bo civakeke pirçandî sîstemeke demokratîk ava kirine, beriya her tiştî jin û hêzên demokratîk ên herêmê weke hêviya demokratîkbûn û çareseriya aştiyane dibînin. Em dijî şer û komkujiyan in, ji ber pirskirêkên heyî tu carî bi bi wî awayî çareser nabin, çareseriyek aşitiyane bi feraseta xuşkanî û biratiya gelan dikare pêk were. Sîstema netewdewletan ji bo gelê filistîn û gelê Juhi hem di dîrokê de hem roja me ya îro gelek êşên mezin anî, ji ber wê bi hêza û tekoşîna gel û jinan bi ferasetek demokratik û aşitiyane azadî pêkan dibe. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelên bindest û hêzên demokratîk û di serî de jinên cîhanê dikin ku ji bo li dijî vê bêedaletiyê têkoşîn û yekîtiyê nîşan bidin.

Daxuyanî wiha hat dîyar kirin: Her wiha divê bêdengiya civaka navneteweyî û aliyên siyasî li hemberî vî şerî û hovîtiya zêde ya ku roj bi roj zêde dibe û gel dikuje bê şikandin. Pêwîstî ne şer e, lê xebat ji bo aştiyek dadperwer û mayînde heye hember pevçûna ku ev demek dirêj e didome. Çavê girtina saziyên navneteweyî li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê êdî nayê qebûlkirin û divê hesab ji bo vê komkujiyê bê xwestin.

 

Related Articles

Back to top button