ArşîvÇalakîNûçeSlide

Bi rihê 15’ê Tebaxê Emê bi Rêber Ocalan Re Têkoşîn Bikin û lI Kurdistanê Jiyanek Azad Bijîn.

bi wesîleya salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku PKKˊê bi pêşengiya fermandar, şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) di 1984ˊan de têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk a dagirker û ji bo jiyaneke azad despêkir

bi boneya roja vejînê ye kantona Efrîn – Şehba, şahiyek pîrozbahiyê hat darxist.
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê cangoriya azadiyê rawestiyan hate despêkirin
şahî li bexçê Rêber Apo hate li darxistin.

Piştrejî ji aliyê Hêvîn reşîd ve axaftina despêkê hat kirin û roja vejînê li beşdarvanên şahiyê ghate pîrozkirin û salvegera 40emîn a 15ê Tebaxê bi dirûşmeya bi rihê 15 tebexê emê bi Rêber Ocalan re têkoşîn bikin û li kurdistanê azad .bi xêrhatina beşdarvanan dikin û wiha got ku ev roj roja guleya yekem a ku li hemver neheqî û paşverûtiyê hate avêtin û weke tevgera azadiyê dest bi avakirina hêza rizgariya gel hat sazkirin.
Li ser navê partiya yekîtiya demokratîk PYD Ferhan kobanê di derbarê vê rojê û girêdana wê bi êrîşên dijminane ku ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê bi pilanên berfireh li dij tevgera azadiyê çêdibin armanc ji vê ku ji despêka vê têkoşînê de dixwazin hêz û vîna me ya azadiyê bitepusînin,

Ferhan Kobanê di dawiyê de tekez kir û got gelê û dost , kesên demokrat û azadî xwaz ji bo vê yekê ev Roj roja we ye em vê rojê di şexsê heval Egîd hemû şehîdên azadiyê bi bîrtînin û vê rojê li wan û şopdarên xeta wan pîroz dikin.
Piştre Li ser navê koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo wiha got : destpêkê silav û rêz bi coşa gelê berxwedêr bi coşa gelê Efrîn û şehbayê pêngava 15 Tebaxê li we pîroz dikin.
Rîhan Elo got: îro ev roja pîroz roja têkoşînê roja vejînê çawa ku teqîna gerdûnê bi pîng bang Jiyan avekir lewra guleya yekemîn ya fermandarê mezin Egîd teqiya û jiyana gelê kurd ji nû ve afirand,û wiha pêde çû;ji ber vê yekê jî em weke gelê kurd dengê me di dunyayê de belav bû êdî kes nikare bêje gelê kurd nemane nikarin bêjin kurd tune ne.
Piştre şahiyê bi koma strana a kelî horî stranên şoreşgerî û yên li ser roja 15 Tebaxê pêşkêş kirin û di dawiyê de ciwanên şoreşger şanoyek di wateya vê rojêde ji gel re pêşkêş kirin.

 

Related Articles

Back to top button