Arşîv

Jinên Kobanê: Em dewleta Tirk naxwazin

Li kantona Kobanê çalakiya mertalên zindî di roja xwe ya 9`an de li gundê Ziyaretê rojavayê bajarê Kobanê bi tevlêbûna bi sedan şêniyên ku gefên Tirkiyê li dijî herêmê red dikin, berdewam e.

Jinên beşdarên çalakiya mertalên zindî ji ajansa me re axivîn û nêrînên xwe yên girêdayî tehdîtên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegotin.

Şêniya bi navê Ayşe Mihemed got: “Em ji bilî hêzên xwe yên leheng tu hêzeke din di nav xwe de qebûl nakin. Tirkiye dewleteke faşîst e û dest ji kiryarên xwe yên hovane bernade. Binpêkirinên wê yên li dijî şêniyên Efrînê, ji kuştin, revandin û koçberkirinê mînaka wê ye.”

Ayşe wiha domand: “Dewleta Tirk hewl dide ewlehiya herêmê bihejîne û destkeftiyên bi saya keda şehîdan hatine bidestxistin, bike hedef.”

Jina bi navê Rûdîn Rifat got: “Em “herêma ewle” ya ku Tirkiye propagandaya wê dike, red dikin. Em xwedî hêz û vîn in. Em tiştekî ji dewleta Tirk naxwazin. Bila tenê binpêkirin û destwerdana xwe ya di Sûriyê de bi dawî bike.”

Jina bi navê Fadîla Elî Mihemed jî û got: “Tirkiye hewl dide tevahiya herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Herêmên di bin serweriya Tirk de ne ewle ne. Em jî naxwazin herêmên me mîna wan herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, lê werin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27