Arşîv

Kişandina fîlmê ‘Xwişkên Çekan’ bi dawî bû

Naveroka fîlmê fransî behsa tabûreke (hengel) şervanên jin dike ku ji hemû dewletên cîhanê hatine û li Bakurê Sûriyê li dijî çeteyan şer kirin. Fîlm di 9`ê Cotmehê de dê were pêşandan.

Fîlmê “Xwişkên Çekan” ji nûtirîn xebatên Caroline Fourest e ku ew jî çîrokeke rasteqîn û têkildarî rewşa jina êzidî ya bi navê Zara ye. Zara ji aliyê DAIŞ`ê ve tê revandin û difiroşin çeteyekî DAIŞ`ê.

Di fîlm de Zara ji çeteyan direve û beşdarî nava şervanên enternasyonalîst dibe ku tûgaya wan bi nave “Tûgaya Mar” dihat naskirin. Zara roleke sereke di fîlm de dilîze û di wê de hemû jinên ku ji dewletên cuda hatine, tên naskirin. Ji van jinan Lîna, Kenza ku fransî ye û bi eslê xwe cezayîrî ye, Clarîs a amerîkayî û ji Afrîkayê ye ku wek “Segvana Amerîkî” dihat naskirin û Yal a fransî ku hemşeriya tûgaya Mar dikir.

Hemû jin xwedî paşxane û çîrokên cuda ne, di heman demê de xwedî yek armanc in ku ew jî têkbirina rêxistineke hovane ye ku di êrîşa xwe ya li dijî jin û ciwanên herêmê de poşman bûne.

Fîlm bi beşdariya lîstikvanên cîhanî ku bi navên Dîlan Gwyn, Camelia Cordana, Yasmîn Terînka, Rezan Cemal, Mark Rayder û Gulşîftah Ferahanî ku lîstikvaneke Îranî ye, hate kişandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Caroline Fourest fîlmê xwe diyarî şervanên Kurd û kesên dilxwaz kir ku ji hemû dewletên cîhanê hatine û li dijî çeteyan bi ser ketin. Caroline Fourest di vê çarçoveyê de wiha got: “Dilsoziyeke min bi keda wan re ye û ev destaneke şervanên jin xelat dike.”080652_ob_105af6_0126f88c-016b-4cef-a33d-b08e9cd3c2ef

Back to top button