NûçeSlide

Şandeke herêma Cezîrê serdana kantona Dêrezorê kir

Şandeke Kongra Star, Rêveberiya Xweser û Senatoya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgirîkirina lihevkirina di navbera kantonan de serdana kantona Dêrezorê kirin.

Şandeya Kongra Star, Rêveberiya Xweser û Senatoyê serdana parêzgeha Dêrezorê kir û li wir bi rusipî, şêx û giregirê eşîrên wê, Meclîsa Sivîl a Dêrezorê û Kombûna Jinan a zenobiya Dêra Zorê re hevdîtin kirin.

Mebesta vê sardanê ewbû ku piştgiriya xwe ji xelkên Dêrezorê re bidin eşkere kirin ku ewê herdem li pişta wan bin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêra Zorê Mihemed Axîl axivî û got, Bûyerên ku di demên dawî de qewimîn, hevgirtina me û têkçûna dijmin îspat kir û ti cudahî di navbera pêkhateyan de nîne , em spasiya we dikin û em bi  serdana we kêfxweş in .

Li ser navê Rêveberiya Xweser Mihemed El-Berrak şandeyê pîroz kir û wiha got: Bi navê Rêveberiya Xweser em vê serkeftinê li we pîroz dikin û li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin, û hebûna me li gel we, îro bersivek e ji  dijminên ku têkçûn nîşan didin .

Berdevka Kombûna Jinan a Zenobiya Xîtam El-Saleh spasiya serdana şandê ya ji bo kantona Dêrezorê kir û got, “Me îsbat kir ku em bihevrene ] yek destin  û em ê vê yekîtiyê berdewam bikin.

Şêx Hesen El-Ferhan ku li kantona Hesekê dimîne axivî û got: “Em ji bo vê pêşwaziya we a baş û bi coş spasiya we dikim ji ber hebûna gelek êl û eşîrên wê li Dêrezorê em gelekî kêfxweş in, hevgirtina di navbera pêkhateyên cuda yên gelê Sûriyê de, ev serdan erêkirina wê ye.

Li gel wan, Rêvebera Meclîsa Ol û Baweriyan Welîde Botî axivî.

Bi navê Kongra Star silav ji bo gelê Dêrezorê, dema ku em dibêjin, em yek gelî û yek bira ne di çarçoveya vê projeyê de em hêz û piştevaniya gelên xwe dikin, em ê li ser şopa şehîdan bimeşin û xwe bispêrin fikir û felsefeya Rêbertî.

Piştre şande serdana Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Dêrezorê kir û li wir Rêvebera Ol û Baweriyan Welîde Botî axivî û got: “Em rihma xwe li giyanê şehîdan dikin û em bejna xwe ditewînin. silav û rêz û hurmeta me ji bo giyanê şehîdan û sersaxiyê ji we re ji malbatên şehîdan re dixwazin,silavên me ji hêzên leşkerî yên Dêrezorê re hene , niha destkeftên me ji xwîna şehîdan hene ê ku canê xwe feda kirine di ber vê xakê de  ji ber van serkeftinan em sersaxiyê dixwazin û gel, xwe  pîroz dikin

Şandeyê piştre serdana Wezareta Erka Xweparastinê ya kantona Dêrezorê kir û li wir jî Rêveberiya Kongra Star a Qamişlo Mûna Îbrahîm destnîşan kir, “Biratiya gelan armanca me ye û em hatin serdana Dêrezorê, em bi  vê serdanê piştgirî didin hevalên xwe  li kantona DêreZorê û bi rêxistinbûna xwe em ê li ser armanca xwe berdewam têkoşîna xwe bidomînin.

Related Articles

Back to top button