ÇalakîNûçeSlide

Li Lubnanê Kurd û dostên wan salvegera Pêngava 15ˊê Tebaxê pîroz kirin

Kurd û dostên wan ên li Beyrûtê salvegera Pêngava 15ˊê Tebaxê, Roja Vejînê pîroz kir û got gelê Kurd tevî gelên Rojhilata Navîn û gerîla dê bi rihê Berxwedana 15ˊê Tebaxê bi ser bikevin.

Bi boneya salvegera Pêngava 15ˊê Tebaxê, rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Lubnanê bi beşdariya 2 hezar keç û xortên Kurdan, nûnerên ji komeleyên jinan û Kurdan, Kongra Star, dostên wan ên Ereb, Suryan û Ermenan şahiyek girse li dar xist.

Di şahiyê de endama Kongra Star a Lubnanê Cîhan Efrîn, endamê Ciwanên PYDˊê Cîhad Kobanê, endama rêveber a PYDˊê ya Lubnanê Rîvan Mihemed, dostê gelê Kurd Dr. Ebid Hayik axaftin kirin û gotin: “Gelê Kurd tevî gelên Rojhilata Navîn û gerîla dê bi rihê Berxwedana 15ˊê Tebaxê bi ser bikevin.”

Dûre koma Şehîd Rojînda dîlan gerandin û koma Welatê Rojê stran gotin.

Her wiha piştre koma şehîd Rojînda şanoyek bi navê Efrîn û hunermendê Efrînî Mihemed Bilko stran pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button