Di 6’ê tebaxê piştî destdirêjahîyê qetilkirina Jina bijîşk li bajarê Kalkuta li ser eyaleta Bengala a rojavayê Hindistanê şermezar kir û Piştgirîya xwe a Jinên ji Hindîstanê ragihand û diyarkir ku li hember desthilatdarî û zayendperestîya zilam, felsefeya Jin Jîyan Azadî êdî sînoran nas nake.
Daxiyani wiha ye:”Pergala zilamê desthilatdar û êrîşkar bi hezar salane, hemû qadên jiyanê li jinê girtîye. Bi zîhnîyeta zayendperest û azadiya jinê tune dike, koledarîyê bi xwe re di hilberîne. Zayendperstiya zilam, civak hemû xistîye bin qeyd û bendên koledarîyê. Li hember jina zana û azadîxwaz ku dixwaze dîwarên koledarîyê bişkîne û hebûna xwe pêk bîne jî êrîşên herî hovane pêk tîne.
Zext û zordariya zilamê desthilatdar ne tenê li ser bedena jin ê li ser hemû hebûna jin pêk tên. Li hember vê tu car tekoşîna jina azad neseknîye û her ku diçe mezin dibe. Her ku zext û erîşên zilamê desthilatdar û zayendperest mezin dibin tekoşîna jinan a jîyanek azad jî mezin dibe û sînoran derbas dike.
‘Çawa ku êşa jinê sînoran derbas dike, tekoşîna wê jî sînoran derbasdike’
Kongra Star Di berdewamîya daxiyanîyê da destnîşankir ku ji bo cîhanêke azad û bi ewle Jin bi felsefeya Jin Jîyan Azadî li hevdû kom dibin û wiha got:” Îro li Hindistanê bajarê Kolkata jin bû qurbanê hovîtî û êrîşên zilam. Jina ciwan a bijîşk Moumita Debnath ku tekoşîna xelaskirna jiyana mirovan dike, ji alîyên zilaman êrîşî wê hate kirin, tecavuzkirin û piştra jî hat kuştin. Ev êrîş ne tenê li hember jina ciwan a Kolkatayê pêk hatiye li hember hemû jinan pêk hatîye û divê jin hemû xwe bikin yek ji bo ku cîhanê ji jinê re bikin cihekî azad û ewle. Çawa ku êşa jinê sînoran derbas dike, tekoşîna wê jî sînoran derbasdike. Felsefeya Jin Jiyan Azadî ku bi salane tekoşîna Jina Kurd a azadiyê ronî dike bû pirek azadîyê ku jinan û tekoşîna wan a azadîyê digîhîne hevdû.”
Ji Zîlanan Heta Sakîne Cansizan, ji Zeynep Celalîyan heta Jîna Amînî yan, ji jina Kurd heta Jina Hîndîstanî, tekoşîna jinê li derdor xwe kom dike û rêxistin dike. Jina rêxistinkirî, jina bi hêze. Tekoşîna jin a rêxistinkirî wê desthilatdarîya zilam têk bibe û cîhanek azad ji jinan re ava bike.
Jin dîwarên koledarîyê qebûl nake û li hember zor û zextan li ber xwe dide. Îro dengê jinan ji çar alîyê cîhanê bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” bilin dibe. Tekoşîna jina azad a Jinên cîhanê îro ji herdem zêdetir rêxistinkirî ye. Piştgirîya ku îro jin didin hevdû wê tekoşînê bigihîne serkeftinê.
Her wiha kongra star erîşa li ser jina ciwan Moumita Debnath bi tundî şermizarkir û got: “Em wek Meclîsa Kongra-Star, êrîşa ku li ser jin qewimîye li Hîndîstanê şermezar dikin, destê xwe didin destê jinên Hîndîstanê û hemû jinên cîhanê ku ji bo azadîya xwe tekoşîn dikin..
Kongra Star daxuyanî wiha bi dawî kir: “Bi hêz û tecrubeya ku em bi salane di nava şoreşa Rojava û bi giştî tekoşîna azadiya jina Kurd û gelê Kurd me bi dest xistiye, emê heta dawî li hember pergala desthilatdar û zilamê desthilatdar tekoşîn bikin. Ji bo li her alîya cîhanê tekoşîna jina azad mezin bibe û bigihîje serkeftinê emê pişgirîyê bikin û di vê tekoşînê de li gel jinan bin.