Arşîv

DBÇHM, zarokên Sûrê vedixwîne lîstikê

AMED – DBÇHM li navçeya Sûrê bi dirûşmeya ‘Kolana min lîstika min’ bi zarokan re tê cem hev. Sekretera DBÇHM’ê parêzer Berçem Sancar der barê projeyê de axivî û bang li hemû zarokan kir.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê (DBÇHM), li Parka Birca Ben û Senê, ya Sûra Amedê bi dirûşma ‘kolana min, lîstika min’ di 31’ê Tîrmehê de saet di 16’an de wê bi zarokan re bê cem hev. Sekretera Navenda Mafê Zarokan Parêzer Berçem Sancar, der barê projeyê de axivî û da zanîn ku mafê lîstikê jî bi qasî mafê jiyanê ji bo zarokan girînge û hemû zarok vexwendiyê lîstikê kirin.

‘Me pernama perwerdê pêk anî’

Berçemê di axaftina xwe de da zanîn ku herî zêde zarok ji pêvajoya pevçûnê zirarê didînin û mafê wan yê perwerde, jiyan, tenduristî û lîstikê tê binpêkirin. Berçemê ev tişt vegot: “ Em hedef dikin ku bi zarokan re bernameyên cuda aktîvîte, nîqaş û lîstikan pêk bînin. Em dixwazin wan pêş bixînin. Rojek be jî em dixwazin dakevin qadên û bi wan re demê derbas bikin. Projeya me ya ‘ji bo kêmkirina travmayê rêyek bi bandor lîstik’, bi bernameya ‘bi piştgiriya hîbeya biçûk re bernameya Fon-Mîkro ya ji bo Zarokan a Civaka Sîvîl’ wê bikeve jiyanê.”

Berçemê di berdeawmiyê de got ev bername bernameyeke hîbeyê ya Tora Hevkariyê ji bo pêşî girtina şîdeta li ser zarokan a Navenda Zarokan a Navneteweyî (ICC) daye destpêkirinê ye.

‘Proje ji du astan pêk tê’

Berçemê destnîşan kir ku proje ji du astan pêk tê û asta yekem perwerdehiya ku beriya dakevin qadê ye û wiha got: “Me ji bo endamên navenda xwe perwerda bi ser navê ‘tevlîbûna zarokan, têkiliya bi zarokan re’ û ‘travma’ pêk anî. Beriya em dakevin qadan nîqaşkirina van gelek girîng bû. Divê em baldar bin. Şaşiyek pir biçûk dikare şopê li ser jiyana wan bihêle. Lingê duyemîn jî daketina me ya qadê ya di 31’ê Tîrmehê de ye. Du faliyetên me hene. Em ê bi dirûşmeya ‘Kolana min lîstikên min’ li kolanan lîstikên gelerî bilîzin. Ya duyem jî em ê mafê lîstikê nîqaş bikin.”

‘Wê zarok biryarê bidin’

Berçemê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dema dakevin qadê em lîstikê berê diyar nakin. Em dema biçin em ê ji zarokan bipirsin. Bi biryara hevpar em ê lîstikên xwe bilîzin. Di hinek xebatên STK’yan de der barê tevlîbûna zarokan mînakên baş hene lê tevlîbûna zarokan baş nîne. Em ê di vê mijarê de baldar bin. Em hemû zarokên Sûrê di vedixwînin bernameya xwe ya 31’ê cotmehê.”

Back to top button