NûçePerwerdeSlide

Li Kantona Efrîn û  Şehbayê dewreyek perwerdê ya girtî bi dawî bû 

Komîteya perwerdê a Kongra Star kantona Efrîn û Şehba yê perwerdeyêk girtî a 20 rojan bi dawî kir.

 01/ 08/2024 Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê dewreyeke perwerdeyê a girtî ji jinên ji pêkhateya Ereb ve  hatibû vekirin.

Dewre bi navê Şehîd Roj li  Akademiya Şehîd Têkoşîn piştî 20 rojan berdewam kir Bi diruşmeya “Ji tunebûnê re na, ji Rêber Apo re azadî” bi dawî bû.

Waneyên di perwerdêde hatine dayîn evin:

  1. Civaka xwezayî
  2. Girîngiya perwerdeyê
  3. Termînolojî
  4. Dîroka Rojhilata Navîn
  5. Dîroka Kurdistanê
  6. Cinsîyetperestî
  7. Rastiya serokatiyê
  8. Dîroka jinê
  9. Jineolojî
  10. Şerê taybet
  11. Şerê Gelê Şoreşgerî
  12. Peymana Kongra Star

Piştî deqeyek rêz girtinê endama komîteya perwerdê Rûdîn Mihemed axivî.

Rûdîn Mihemed bi awayekî serkeftî  bi dawîkirina  dewreya perwerdê li hemû beşdarên perwerdêra pîrozkir û wiha got: “Em Ji bo bi dawîbûna dewreya perwerdeyê ya ku demekê dom kir, li hemû beşdarvanan û li jinên kû ji bo ku perwerde bi serkeftî bi dawî bibe  ked dane spas û pîroz dikin. 20 roj in li vir dewreya Şehîd Roj li Şehbayê dewreyek perwerdê hat dîtin ku tê de hemû ders û nirxandinên li ser bingeh û prensîbên neteweya demokratîk hate dîtin, Em bi dawî kirina dewreya şehîd Roj Şahba,li Rêber APO û malbatên şehîdan pîroz dikin.

Paşê şanoyek ji aliyê endaman ve hat pêşkêşkirin û perwerde bi stran û dîlanê Efrînê ve dawî bu.

 

 

Related Articles

Back to top button