Bi hezaran koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîdê meşeke girse li dar xist.
Însiyatîfa Gel a Kantona Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo li gundê Babinisê meşek organîze kir.
Di meşê de bi hezaran xelkê herêmê amande bûn.
Piştre meş veguherî mîtîngê.
Li wir endama rêveber a Kongra Star Ruweyde Ehmed tecrîd şermezar kir û got:
“Em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê dewam dikin.”
Her wiha Ruweyde bang li rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku li hember tecrîda li ser Rêber Apo bi berpirsiyariyên xwe rabin.