NûçeSlideTenderûstî

Komîta tendurîstîyê a Kongra Star dewreyeke perwerdê a vekirî li kantona şehba-Efrîn bi dawî kir.

Komîteya tendurîstîyê a Kongra Star a kantona  Şehbayê  perwerdeyeke tendirustî a vekirî li ser 20 rojan a bi navê Şehîd Barîn Botan bi dawî kir.

Perwerde li kantona Efrîn şehbayê  li taxa til qireh de bi beşdarbuyîna jinên ciwan jinên bi temen mezin ve 80 Jin cihe xwe di vê perwerdê de digrin. Waneyên perwerdê ji hêla endamên kordînasyona Kongra Star, ciwan û endamên nexweşxaneyê ve hatin dayîn.

Waneyên tendurîstî yên alîyê teorîk û pratîkî wiha ne:

1-Alîkarîya yêkem

2-Qontrola nefes

3-Germahî

4-Nîşanên jîyanî

5-Sîyaseta tendurîstî

6-Endamên nobelê

7-Şewitandin û şikestin

8-Enfeksîyonên jin

9-Bikaranîna derzîyan

10- Sazîkirina sîrûmê

Merasîma vekirinê bi deqeyekî rêz girtinê li ser ruhê cangorîyên azadîyê despêkir

Piştrê jî li ser navê kordînasyona Kongra Star a navçeyê Ehras Silava axivî

Endama kordînasyona Kongra Star Silava bi xêr hatina beşdarvanan kir keyfxeşîya xwe a ji bo vê kombuyîna Jinan kir  û xesteka xwe peşxistina Jinan anî ser ziman û wıha got:” Despêkê em bi xêr hatina we dikin.ev  perwerde li ser navê Kongra Star hatiye vekirin, bi hevahengiya bi navenda şehmîran re a tendurustî pêkhat, perwerde teorî û pratîkî  wê 20 rojan berdewam bike. Herwiha di dawiya perwerdê de bawername jî hatin  belavkirin em keyfxweşin ku îro bi xwesteka xwe pêş xistinê ve ev hejmareke Jin li vir kombûye ku dixwazin her tiştî nas bike û xwe di her alî da pêş bixe dıxwazê vegerê ser dîroka xwe. Li hemberî sîyaseta qirkirinê a ku îro li ser Jin tê meşandin divê jin xwe ava bike çanda xwe dîroka xwe ve mîrasa şehîdan biparêze û serkefina xwe dîyar bike.”

Endema qomîteya tendristî Mecdûlîn Zêno jî derbarê sîstema perwerdê de axivî û got:”  îro em vê xebatê bi rêve dibin ez wek hemşîreya ku jinan diwelidîne di navendê de kar dikim gava yekemîn me xwest em bavêjin,di kantona Efrîn-şehba de pêwîstî bi xwe perwerdekirina jinan a alşkariya despêkê heye, ji bo civak bi tevahî zanibe kar û xebata tendristî di hundir malê xwe de, da ku karibe destwerdana alîkariya yekemîn ji bo mal û zarokên xwe derdora xwe bike ,  em nizanin di dema pêş de çi bûyer biqewime divê civak tev amade be me di hundir til qireh de dewreya yekemîn vekir bi amade bûna 80 Jin wane tê de hatin  dayîn û di dawiyê de ev perwerde li Rêber APO beşdarvanan pîroz kir.”

herwiha axaftina bi dawîkirina perwerdê ji aliyê endama Koordînasyona kongra satar a kantona Şehba -Efrîn  Ferîde Îbo ve hat kirin û daxwaza ku ev perwerde û keda hatiye dayî bi serkeftî bikeve meriyetê  di heman demê de ji aliyê dayoka şehîd Barşn botan ve kêfxweşiya xwe anî ziman û ev dewreya perwerdê ku bi navê şehîd barîn e li Rêber APO û hemû beşdarvanan pîroz kir .

Related Articles

Back to top button