ArşîvDaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star;Ji bo pêkanîna xeyalên Gulîstan Tara û Hîro Behdînan emê heya serkeftinê Têbikoşin

Meclîsa Kongra Star di şexsê Rojnamegerên Gulîstan Tara û Hêro Beha El-Dîn de ku di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bibûn, soza mezinkirina berxwedan û têkoşînê heta ku xeyalên her du şehîdan pêk bînin, kir û bang li Jin û gelê başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta dagirker û hemû kesên ku piştgiriyê didin wê helwesteke tund nîşan bidin

Meclisa Kongra Star der barê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku duh Înê li dijî ekîbên rojnamegeran ên li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ku di encamê de rojnameger Gulîstan Tara û Hîro Bahdînan şehîd bûn û  6 rojnamevanên dinbirîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star xemgîniya xwe ya ji ber şehadeta her du rojnamevanên Kurd Gulîstan Tara û Hîro Bahdînan ku duh Înê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de pêk hat, şermezar kir û êrîşa ku li ser wesayîta şîrketa medyayî ya Çeter kir hedef şermezar kir. û wiha pêde çû,Di kesayeta şehît Gûlîstan û Tara û Hîro Behdînan de tevavî şehîdên azadîya Kûrdîstanê bîrtînîn. Di encamê êrîşê de herwiha 6 rojnamevanên din birîndar bûn. Em şîfayê ji birîndaran re dixwazin.

Daxuyanî wiha pêde çû’ Dewleta Tirk a faşîst li dijî jinên  sîyasetmedar, rojnameger û  pêşengên civakê  şerekî sîstematîk dide meşandin. Faşîzm herî zêde jî azadîya jîn û pêşengtîya jinan ditirse. Rejîma qirker û fasîst aTirk di vê êrîşê de carekî din suçê şer kir. Ev cînayetên polîtîkîn aramancên wan tine kirina vîna jinane. Dewleta Tirk bi rêya van êrîşan dixwaze di şexsê jinan de vîna civakê tune bike. Taybet hedef kirdina jinên rojnameger re hewildide dengê haqîqetê qutbike. Ev kîryar kiryerên sûçe şerin, bînpêkirina mafên mirovanin. Bê guman  li hêrema Kûrdîstanê di werê rewşenbîrî û welatparazîya  Suleymanîyê de hedef gîrtina xebatkarên çapamenîya azad ne buyereke asayîye. Divê rêveberiya herêma Kûrdîstanê rola xwe ya di pêşketina van bûyeran de bibîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê Kongra Star ‘di serî de bang li  gel û jinên li başûrê Kurdistanê, tevahî sazî û dezgehên Başûrê kurdistanê kir da ku li dijî vê hovîtîyê xwedî helwestbin. Dijminên me dixwaze li ser xaka kurdîstanê komkujîya mirovên me bike buyerekî asayî. Dîvê em bi hêza rêxistinkirî a jin re bersiv bîdin van erîşan.

Em ji wek kongra Star li dijî her cure dagirkerî, komkujî, zordestîya dewletên faşîst û dagirker têkoşîna xwe bi hêztir bikin.

Êrîşên bi vî awahî ticarî nikarin vîn û hêza jin lewaz bixînin.

Daxuyaniyê wiha bi dawî kir’ wê Li hemberî êrîşên qirker û faşîst em soza bilindkirina tekoşîna xwe didin û bi zelalî diyar dikin kû tiştek nikare li hemberî tê têkoşîna me  bendan avabike. Ji bo wê em bang li jin û hemû gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd dikin ku helwestê xwe li  hemberî  êrîşên ku dixwaze wan bêdeng bike raber bikin. Tenê tiştek dikare faşîszmê bide seknandin ew jî berxedan û têkoşîne. Her bêdengîyêk rê ji komkojîyan vedike lewra ji her demî zêdetir divê em xwe birêxistin bikin û têkoşînê bilînd bikin. Ji bo pêkanîna xeyalên Gûlîstan Tara û Hîro Behdînan emê li dijî rejîmên neyar û kujerên jinê berxwe bidin û serbikevin. Carekî din em vê buyera nemerdane şermezardikin û dibêjîn  Bi felsefeya Jin Jiyan Azadi em ê êrîşên qirker û faşîst têkbibin.

 

 

Meclisa Kongra Star

Related Articles

Back to top button