ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star Êrîşa ku bû Sedema Şehîdbûna Rojnamevan Gulistan û Hêro Şermezar kir

Li başûrê Kurdistanê, duh Înê 23ê Tebaxê, di encama bombebarana dewleta Tirk de 2 rojnamevanên bi navên Gûlîstan Tara û Hêro Bahaa El-Dîn şehîd bûn û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn.

 bi pêşengtîya kongra star ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser otombîleke rojnamevanên jin li bajarê Silêmaniyê meşek hat li darxistin. şênîyên bajarê amudê û eşîrê Til Hemîs jî nav de bi dehan Jin û mêr beşdarî meşê bûn. meş Li bajarê Qamişlo li ber çerxereya sonî despêkir heya ber navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şexo berdewamkir Meş bi dirûşma, “Armanckirina pêşengên jin destkeftiyên şoreşa jinê hedef digire”. Di destê çalakvanan de ala Kongra Star wêneyên Rêber Apo û wêneyên hevrê Gulîstan tara û Hêro hilgirtibûn.

li ber navenda çand û huner a  Mihemed Şexo deqeyekî rêzgirtin ji bo cangoriyên azadîyê rawestîyan

Piştreendama  rêveber a Kongra Star li  kantona Qamişlo Şah Xelîl axivî:

Şaha Xelîl berxwedanîya heremên parastina medya û milîtanên tevgera azadîyê slav kir û got:” slav sed hezar silav ji bo lehengan ji bo pêşengan ji bo qehreman û milîtanê tevgera azadîyê li heremên medya li çîyayê azad li beramberî tang û topê dewleta Tirkî li beramberî êrîşên dewleta Tirk li beremberî komployên cîhanî ku  liser wan tê meşandin li berxwe didin û li beramberî wê vîn bawerî berxwedan tekoşîn tê meşandin di encama berxwedana Gerîlla de di encama qehremanî û fedekarîya wan de, tekçuna dewleta Tirk û hevalbende wane. di encama komploya li ser me di ser asta cîhanî tê meşandin li beremberî tekçuna dewleta Tirkî îro êrîşê li ser pêşengê Jin li ser sîyasetmedarê Jin li ser hemû hevalên ragihandina azad, hevalên çapemenîyê , hevalên îro dibin wesîleya ku  heqîqetê derdixin û rastiyan radixin ber çavê cîhanê.”

Şaha Xelîl balkişand li ser êrîşên dewleta tirk a ser ragihandina azad siyasetmedarên Jin ê Kurd û got:”Êrîşa ku li ser heval Gulîstan û heval Hêro ku berî 2 rojan pêk hatiye, hevalên ragihandina azad hevalên rastîyê û heqîqetê derdixin encama êrîşa ku li ser wan hatîyî çekirin  şehît ketin. Îro li başurê Kurdistanê em tev dizanin berî demekê li Rojhilatê kurdistanê heval Pexşan ezîzî, Şerîfe muhemedî, li Ewrupa wek tê zanîn  hevrê û pêşengên tevgera azadiya jin hevrê  Evîn goyî ,Sakîne cansiz ,Leyla û Fîdan careke din li Başurê kurdistanê Nagîhan Akarsel em tev dizanin heya vê kêliyê erîş li ser pêşengên me tên kirin, ji bo vê jî em ji tevahî cîhanê re dibêjin, ji hemû dewletê desthilatdar hemû dewletên hegemon û dewletê kû îro pêşengîya Jin qebul nakin wek ragihandina azad ragihandina heqîqetê qebul nake ji bo vê em dibêjin herçendî bi  êrîşê xwe bi tang û topên xwe bi komployan li ser asta cîhanî li beramberî leheng û pêşengên Jin pêk bînin , em carekedin li beramberî tevahîya cîhanê dibêjin û denge xwe bilind dişînin em dibêjin vîna me bawerîya û tekoşîna me xeta azadîya Jinê felsefa Rêber APO di bin durişmeya Jin Jîyan Azadî  de em dibêjin hemû tang û topa û teknîka we hemû şerê we yê taybet wê têk biçe ji bo vê jî em dibêjin dijmin çiqas komplo bidin meşandin, ew çiqas bazaran li ser gelê Kurd,  sîyasetmedarê jin û ragihandina azad bikin jî li beremberî wan emê tekoşîna xwe bilind bikin.

Dewleta tirk dizanê bi rêya ragihandinê ra têk çûna wî eşkere dibe’

Ew bawerî ya îro cem me ew berxwedanî têkoşîna vî gelî , berxwedana mîlîtanên li serê çîya li berxwe didin, bo vê jî em dibêjin hunê nikarîbin vê îradê û berxwedaniyê  têk bibin. Ji ber dewleta tirk dizane bi rêya ragihandinê re têk çuna wî ji tevahî cîhanê re eşkera dibe, lewra dewleta tirk xwe li beramberî vê têkçunê nagirê.

îro li çîyayên azad têk çuye, li bakurê Kurdistanê de ev çil sal sîyasetmedarê me pêşengê me di hindirê zindanan girtine ji bo tevgera azadîyê têk bibe lê beramberî wê her tim tevgera azadîyê mezin dibê berfirahtir dibe şoreşa Rojava bi pêşengtîya Jin bi berxwedaniya Jin berxwedana Arîn mîrkanan , Zeyneb û Rihanan bi hezara berxwedana dayika Hogir û mînaka hevalan wê ev berxwedan wê ev tekoşîn bigihîjê asta serkeftinê

Meş bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” “Şehîd Namirin” “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bu.

Related Articles

Back to top button