Arşîv

Ji çalakiya mertalên zindî banga hevgirtinê hate kirin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û bajarê Minbicê beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorê Kobanê yê Bakurê Sûriyê û Tirkiyê bûn ku di roja 11‘an de didome.

Di bin konê çalakiyê de rêvebera Meclisa Jinan a Minbicê Hela Hesen axivî û anî ziman ku jinên Minbicê piştgiriyê didin mertalên zindî yên li dijî dagirkeriya Tirk. Hela li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê û parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin li gelê herêmê kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên wê Nezîfa Xelo jî got, dewleta Tirk alîkarê yekemîn ê terorê ye, hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

Nezîfa Xelo anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze projeya demokratîkbûnî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bike û destnîşan kir ku gelê herêmê siyasetên dewleta Tirk nas kirine û dê bi hemû hêza xwe gel û xaka xwe biparêzin.

Back to top button