bi diruşma “Hûn nikarin heqîqetê tarî bikin, ne bi xiyanetê û ne jî bi hedefgirtina jinan” li kantona Efrîn û Şehbayê meşeke girseyî hat li dar xistin
Meşvan li nsvçeya Ehdasê yê Şehbayê kom bûn û pankartên Hedefgirtina jinên rojnamevan tirsa dijmin îfade
dike,” Na ji xiyanetê re, na ji terora dewleta Tirk re” hildan. Meşvan heya parka 4’ê Nîsan meşiyan
Li wir endama Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Rîhan Elo axivî û wiha got: “Em di şexsê her du jinan de tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin. Em li vir soza berxwedana xwe nû dikin û em ê tola şehîdên xwe rakin. Her wiha xiyaneta mala Barzanî ne cara yekem e. Xiyanet di xwîna wan de ye. Em êrişên dewleta Tirk û xiyaneta mala Barzanî şermezar dikin. Tu carî bi êrişên xwe yên li dijî rojanemvan nikarin dengê heqîqetê qut bikin
Rîhan di dawiyê de axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em soz didin ku em ê şopdarê rêya şehîdên xwe bin
Her wiha Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê Zelûx Bekir wiha got: “Em tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin. Em êrişên dewleta Tirk şermezar dikin. Her wiha xiyaneta PDK’ê û malbata Barzanî û hevkariya wan bi dewleta Tirk re bi tundî şermezar dikin. Sedema van êrişan jî tirsa ji azadiya jinan e. Bi êrişên li dijî rojnamevanên jin nikarin îradeya jina azad bişikînin
Zelûx Berkir di dawiyê de wiha got: ” Tu carî nikarin vîna jinê bişikînin û divê hesab ji dagirkeriyê bê pirsin