Rûken Ehmed diyar kir ku em di pêvajoyeke giran de derbas dibin ,weke tevgera azadiyê herwiha bi giştî li ser Rojavayê kurdistanê bi êrîş û gefên giran re rû bi rû ne ,ev jî eşkere dibe ku siyaseteke kirêt li ser gelan tê meşandin,
Ruken Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin bê hiqûqiyeke mezin e û her diçe tecrîd li Îmralî tê girankirin û wiha pêde çû’
Ev nêzîkî çar sale ku Rêber APO di bin tecrîdeke giran de dijî ,herwiha li ser herêmên parastina medya êrîşên giran bi her cureyên çekan li ser şervanên azadiyê tê bikaranîn,ku ewin şervan û parazvanên tevahiya mirovatiyê ne,herwiha em dikarin bêjin ku li seranserî herêmê û li Rojhilata Navî û li giştî cîhanê sîstema desthilatdar şerekî qirkirinê li ser gelan dide meşandin,li vir em dikarin vê rastiyê û vî encamî ji sedema ewqas şer û êrîşan derxînin ew jî eve ku netewdewlet û hêzên ku ev netewdewlet ava kirine êdî siyaseta wan a ji bo bi rêvebirina van dewletan têrê nake , bi binkeftine rû bi rû mane û binketina wan eşkere dike û radixe berçava , yek ji sedemê vê binketina wan ew jî em baş dibînin ku hêza jin,ciwan û beriya hertiştî hêza gelan derketiye pêş,û civak xwe bi rêxistin dike ,hêza civakê a xweparastinê gihiştiye asteke herî bilind,di nava ewqas salên dirêj yên tevgera azadiyê jinan xwe bi fikir û ramanên Rêber APO bi rêxistin kirin û xwe gihandin asteke ku êdî ji bo xwe qirkirinê napejirînin, di warê Siyasî de,herwiha di warê Parastin û di heman demê de di warê Aborî de jinan xwe di asteke mezin de bi rêxistin kirine û ji gelan re bûne pêşeng.
Endama Meclisa TEV-DEM’ê Rûken Ehmed, diyar kir ku siyaseta niha xwe ferz dike û tê meşandin ji aliyê netewdewletên ku xwe dane ava kirin li ser esasê qirkirina civakê ye ,armanc ji vê jî ewe li gora ku ew dixwazin civakê bi rêve bibin,lê belê weke Rêber APO penaseya vê sedsalê kir û wiha bi nav kir ku ” wê sedsala 21an bibe sedsala civakê” ji bo ku civak çawa xwe bi rêve bibe çawa xwe bi rêxistin bike û çawa xwe biparêze û aboriya xwe bi rêxistin bike şêwazê jiyaneke çawa û bi kîjan rêbazan xwe perwerde bikin sîstemeke çawa karibe jiyana xwe bi rêxistin bike ewê bi xwe biryara vê bide ,lewra wê ev jî rê nede dewlet û hêzên netewperes û nikaribin bibin xwediyê wê hêzê û perspektîfên wan wê têrê neke ku civakê weke sedsal berê li gora xwe bi rêve dibirin nihajî dixwzin birêve bibin .ji bo vê jî netewdewlet êdî li ber hilweşandinê ye ,Rêber APO netwdewlet dişbîne mirîşka serjêkirî ku ew mirîşka serjêkirî heya ku rih jê diçe diperpite dora xwe tevî bi xwere qirêj dike ,niha jî netewdewlet jî wihaye heya ku hilweşe êrîşî civakê dikin dixwazin civakê jî hilweşînin û qirbikin .Em dikarin vê rastiyê di sala 2014an de ku li ser gel û civaka Şengalê qewimî û ferman ku bi serê wan de anîn ,herwiha êrîşî Mûsilê kirin ,ji xwe êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyê li ber çavê cîhanê ye ,wek tê zanî ku heya niha jî çeteyên Dewleta Tirk xwe li bajarên weke Idlib ,Carablusê,Ezaz,Serêkaniyê dagir kirine û her di nav kiriyayên nemirovane de ne û ji bo li herêmê demografiyê pêk bînin bi hemû hêza xwe dixebitin,lewra wê bi van kiryarên xwe nikaribin ji bo aramî û jiyana civakê tu projeyan biafirînin,em dikarin tenê vê bibînin hêza wan tenê ji bo hilweşandina civakê ye
Endama Meclisa TEVDEM’ê Ruken Ehmed axaftina xwe wiha domkir û got’ şêwazên şerên netewdewletan li ser asta cîhanê ye , em îro dibînin mînak şerê di navbera Rûsiya û Okraniya de herwiha Şerê di navbera Israîl û Filistînê de di van şeran de qurbanî dîsa dibe civak,gel bi koçberiyê re rû birû dimîne û li vir dîsa yên ku li ser penaberan bazarê dikin hêzên netewdewletin ,êdî ev rê û rêbaz feyda wê nemaye ku civakan bi van siyasetên netewdewletan bên qezenc kirin .
Rûken Ehmed desnîşan kir ku’ ji bo rêya çareseriyê ji alozî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn re were dayîn wê bi tenê fikir û felsefeya Rêber APO be ,lewma dijmin,û hêzên netewdewlet ji fikir û ramanê Rêber APO ditirse ji ber vê heqîqetê her pêvajo di bin navê zagona displînê de Rêber Ocalan bi tecrîda giran re rû bi rû dihêlin ,herwiha êrîşî hêzên partastina gelan şervanên azadiyê di heman demê de êrîşî peşengan dikin di 23ê tebaxê de beriya çar rojan rojnemevan kirin hedefa êrîşên xwe ji ber ku rojnemevan ruyê sîstemên netewdewlet û desthilatdar nîşanî cîhanê dike û ji herkesî re kiryarên wan eşkere dike lewra êrîşî wan kirin xwestin hêza ku heqîqetê derdixe holê binxumînin û tine bikin û bi taybet van êrîşan di şexsê jinan de pêk tînin ji ber ku rojnemevan ewin ê ku rûyê rastiyê dedixin holê ,li rojavayê kurdistanê yên ku li hember çeteyên Daîşê şer kir û li berxwe da jin bû ,şoreşa Rojava bi pêşengiya jin bi rêve diçe herwiha li şengalê hêza jin ku sîstema xweparastinê ava kiriye lê hêzên hegemon ,Daîş vê hêza jinan napejirîne û herdem dike hedefa êrîşên xwe.
Rûken Ehmed eşkere kir û got yên ku siyaseta dijmin ,desthikatdar ,Daîşê vala derxîne hêza gelan ,jinan û hêza ciwana ne ,em çiqas karibin hêza xwe ya bi rêxistin kirinê kur bikin,mezin bikin emê karibin bi awayek rast pêşengtiya civakê bikin ,bi taybetî herî zêde pêwîste em li ser xweparastinê rawestin di dem û pêvajoyên wiha de tişta herî zêde em weke gel jin û ciwan pêdiviya me pê heye ewe ku em bizanibin baş xwe biparêzin ,em mijara xweparatinê nikarin tenê bi hilgirtina çekê yan jî tenê ev kar karê şervana ne bigrin dest û penase bikin,lê belê pêwîste herkes li her devera ku lê dimîne bajar navçe tax û kolan wana biparêze,pêwîst dike ku herkes siyaseta demê bixwîne û analîz bike li gor wê tev bigere û bibe xwedî helwest,wek tê dîtin li pêşberî çavê cîhanê û gelê kurd ku em her dem bi xiyaneta mala berzanî re rû bi rû ne ,lewma pêwîste gelê me jin û ciwan vê rûreşiyê baş bixwîne û di bertek dayînê de di helwest dayînê de û di têkbirina xiyanetê de pêşeng bin ji ber ku xiyanet nahêle yekrêziya gelê kurd ava bibe.
Endama Meclisa TEVDEM’ê Ruken Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî û got ‘ger li Rojhilata Navîn yekrêziya gelê kurd avanebe ne gengaze pirsgirêkên kurd bên çareser kirin û em vê dibînin ku ev hêza jinan û gelan heyê ku yekîtiya gelan ava bikin ,ger azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger nebe ne gengaze pirsgirêkên civakê bêne çareser kirin,em dibêjin hêza jinan û gelan wê bi serkeve û netewdewlet wê bi binkeve.