Xelkê kantona Firatê ji bo şermizarkirina êrîşên dewleta Tirk en li Silêmanîye û Qamişlo meşîyan
Doh lı Qamışlo di encamê êrîşa dewleta Tirk de Xalîde Mihemed Şexo û kurê wê Ednan Silêman şehîd bûn, dîsa 23’ê tebaxê de li silêymanîyê encama erîşên dewleta Tirk da rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadin şehîd bûn ku xelkê kantona Firatê ew êrîşên dewleta Tirk bi meşeke girseyî şermizar kir.
Meş bi beşdarbuyîna bi dehan Jin û Mêr ve lı Kobanê qada Jina Azad bi durişmeya “Bi îradeya Jin a azad em ê dawî li polîtîkayên qirkirin û dagirkerîyê bînin” despêkir, heta qada aştîyê berdewamkir,meş vegerîya mitîngê. Di meşê da ala Kongra Star wêneyên Rêber Apo, wêneyên Şehîd Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, dayika Xalîde Mihemed Şexo û Ednan Silêman hatin hildan.
Piştî deqeyekî rêz girtinê ji bo bîranîna cangorîyên azadîyê, Endama kordinasyona Kongra Star a Kantona Fıratê Zozan Bekir axivî
Zozan Bekir dîyarkir ku Eynî êrîş bi rêbazên cuda cuda li ser gelême ê bakur û rojhilatê sûrî yê xwe dubare dike.
Endama Kordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Zozan Bekir balkişant ser êrîşên hovane ê dewleta Tirka dagirker wiha axivî:”Gelê me ê bakur û rojhilatê surî dema ku dixwazin tekilîyekî hevbeş bidin meşandin, dema ku gel dadikeve pêşîya wan, dema dayik dadikevin pêşîya wan, dixwazin helwesta xwe nîşan bidin, bi rengekî hov êrîşê li ser wan dayikan dike.
Her wiha Zozan bekir da zanîn ku ew êrîş ne tenê bi destê dewleta Tirk, bi destê dewletên gerantor we tên kirin û got:”Qetlîamên ku li ser bakur û rojhilatê surî bi taybet li ser jinan tê meşandin ne bi destê dewleta tirk têne ye bi destê dewletê gerantor we jî têne kirin.
Zozan Bekir da zanîn dewleta Tirk bi wan êrîşên xwe ve nikare tekoşîna me tûne bike û wiha bi dawî kir:”Dewleta Tirk bi wan êrîşan nikarê dawî li me bîne, tekoşîna me tune bike. em ê bi hêza Jinan, dawî ji zîhnîyeta dagirker bînin û Em ê tola Şehîdên xwe hilînin.”
Mitîng bi durişmeyên “Şehîd Namirin” “Berxwedan Jîyane” “Kujer Erdoxan” dawî bu.