Arşîv

Mamosteyên Tebqayê: Em ê li dijî her gefan bisekinin

Pêngava bi dirûşma “Em bûne yek, em bi serketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin, ji dagirkeriya Tirk re na” ya ji aliyê Rêveberiya Jinan a herêma Teqbqayê ve ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmê hatiye organîzekirin didome. Îro jî mamosteyên jin ên herêma Tebqayê û endamên Rêveberiya Jinan li dibistana Fayiz Mensûr kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî ya cîhanê re parve kirin.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Beşê Perwerdeya Taybet a girêdayî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Salha El-Şemalî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku di salên aloziya Sûriyê de hêzên herêmê û navdewletî di serî de dewleta Tirk roleke mezin di gûrkirina aloziyê de lîstin. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk hewl ji aloziyê sûdê werbigire da ku serdema Osamîn ya bi kuştin wêrankirinê û rijandina xwînê tijî zindî bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji derbaskirina krîza xwe ya hundirî ji bo derve têr nebû, lê belê sînorê ji xwe ji bi hezaran terorîstan re vekir û derbasî Sûriyê kirin, ku kevir li ser kevirî nehiştin, şarestaniya Sûriyê wêrankirina û şûnwarên wê talankirin.

Mamosteyên jin di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî planên Tirkiyê yên di Sûriyê de şermezar kir û wiha domandin:”Çavbirçîbûna Tirkiyê di dagirkirina Lîwa Iskenderon de bes nebû, lê ev yek derbas kir, Cerablus, Bab, Ezaz û Efrîn jî dagir kirin, li pêşiya çavê hemû dewletan rêbazên herî qirêj ên kuştin, koçberkirin û guhertina demografîk pêk tîne.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku metirsî û gefên faşîma Erdogan li ser herêmê piştî serkeftinên QSD‘ê zêde bûn, hewl dide bi hinceta ji bo penaberên Sûriyê yên li ser sînorê herêma ewle ava bike, lê armanca wê ya sereke destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Mamosteyan di dawiya daxuyaniya xwe de soz dan ku ew ê li ser xeta netewa demokratîk bimeşin û li hemberî her gefan bisekinin.

Ev daxuyanî li dibistana Navîn a Mensûra û dibistana Seretayî ya bajarokê Cirniyê yê bakur û rojavayê Tebqayê hate xwendin.

Back to top button