Ruken Ehmed:Bi hevgirtina jin ji hemû pêkhateyan emê li dijî sîstema olperest,zayendperest û netewperest heya misogerkirina azadiya jinan li ser asta cîhanî emê têbikoşin
Ruken Ehmed salvegera duyemîn a qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û despêkirina serhildana Jin Jîyan Azadî bi bîr anî, her wiha li dijî sîstema mêrperest û melalî banga xurtkirina yêkitîya jinan di asta cîhanî de kir.
Serhildana Jin Jîyan Azadî di encama qetilkirina Jina Kurd Jîna Emînî bi destê polîsên exlaqê a Îranê di 16’ê îlona 2022’an de destpêkir. Ruxmê darvekirin, kuştin û girtinan jî serhildêran çalakîya xwe berdewam kirin. Îro salvegera dûyemîn a serhildanê de berxwedana jinan li hember pergala recima îranê berdewame.
Ruken Ehmed dîyarkir ku Jîna Emînî sembola berxwedan û tekoşînê ye û got:”Di salvegera şahadeta jina kurd Jîna Emînî de em wê bi bîr tînin û hemû hevalên li ser doza azadîyê bi bîr tînin. di şexsê jina ciwan de ku bu sembola berxwedanê, temsîlîyeta gelek Jinên ku bi tundiya sîstema desthiladar re rû bi rû diman her wiha weke semboleke berxwedanê serhildêrê vê sîstemê hate eşkere kirin……………………….
Di Raperîna Rojhilatê kurdistanê de jî her wiha li îranê bi giştî bu cîhanî. rastîya xwe diruşmeya Jin Jîyan Azadî em dikarin bêjin mîrasekê ku tegîştina gelê kurd, tegîştina Rêber Abdullah Ocalan jixwe wekê felsefeyekî da nîşandan, têgiştineke ku doza azadîyê ne tenê di şexsê Jin de di jîyanê de, bangawazîyeke ji bo civak giştî azad bibe, ne weke azadîya kesan. Ji bo wê jî felsefeya jîyanê jî çiqasî me li Rojavayê Kurdistanê pêk anî ew jî bandora xwe li derdora Kurdistanê bi giştî jî kir.”
Endama Rêveberîya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk Ruken Ehmed berxwedaniya Şehîd Şirîn Elemhulî a Jina serhildêr ê ku di dîroka Kurdan da wek Jineke duyemîn hatiye darvekirin jî bi bîr xist û wiha got:” Niha koka Jin Jiyan Azadî di Rojhilatê Kurdistanê, kokeke xwedî dîrokeke serhildêre. Him em bêjin Jinên Îranî him jî Jinên Rojhilatê Kurdistanê li beramberî sîstemê melalî berxwedaneke mezin di şexsê Şehîd Şirîn Elemhulî ya ku berxwedanîyeke pir mezin di girtîgehê de da ,diruşmeya Jin Jîyan Azadî ew dem jî nivîsandi bu, ew bibû sembola serhildanan. Dema em dibêjin şerê cîhanê e seyemîn amorê wê cuda ne , şerê di navbera gel û sîstemê de, şerê di navbera gelên demokrasî xwaz, Jinên mafxwaz, azadî xwaze. Ji bo wê jî şerê cîhanê ê sêyemîn em dikarin bêjin sîstemê baviksalar, sîstema hegemonîk, sîstema netew dewlet her wiha olperest, çiqasî rastî xetimandinê hatiye, Ji bo wê jî ew ne ji demokrasiyê re nejî ji azadiyê re vekiriîne.
Ji bo wê jî çi guhartinê têne çekirin, rastî êrîşên pir tund ji alîyê vê sîstemê ve tên. ji ber ku sîstemê Hegemon, olperest, dizanin di şexsê Jin de civak dikare gelek guhartinan bi xwera çêke. ji ber em dibêjin Jin Jiyan Azadî jîyan jî Jin bi rêxistin dikê û ev jî amûreke veguharîna demokratîke.
Di sedsala 21an de jî Jina kurd pêşengtîya vê kir, em dizanin dengê Jinan di sedsala 21an de di asta cîhanê de çiqas bilav bû, daxwaza azadîya xwe kirin, derfetên tekoşîna hevbeş gelek hatin meşandin. Ji bo wê jî rojanê bi tundî êrîşên sîstematîk li ser Jina kurd tê meşandin.
‘Bi sedan Jin beşdarê Raperîna şoreşa kezîyan bûn’
Di şexsê Jina Emînî de ku ew bu teqîneke Raperînê, lê ifadeya gelek Jinên tundî yê dibînin di Rojhilatê Kurdistanê de em dibînîn ku, piştî Raperîn hat çekirin di Rojhilat de bi sedan Jin rastî tundîyê ji destê sîstema melalî hatin. Ji ber ew sîstem bi rengekî tund bi ser xwe pêşandan û çalakvanan de hat. Li şuna ku çareseriyekê bide ava kirin, lê belê zêdetir bi ser gel de, zêdetir darvekirin hatin çêkirin.
Ruken Ehmed destnîşan kir ku sîstema melalî ji bo derbe li vîna Jinên leheng bide hîna sîyasetên mêrperest û olperestîyê dimeşîne û got:”Em îro dibînîn bi sedan Jinên ku beşdarî Raperîna şoreşa kezîyan bûne, bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî bang kirin, him rojnamevan, sîyasetmedar him jî çalakvan îro rastê biryarê darvekirinê hatine. Di despêka sala 2024’ê de heta roja îro 345 insan ku hatine darvekirin ev ne hindikin. Îro jî biryarê darvekirinê li ser Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhemedî her wiha gelek çalakvanên Jin din jî hene. Ji bo vê jî şexsê Jîna Emînî şexsekî, rengekî da xûyakirin em dikarin bêjin semboleke cîhanî bu.
Her wiha Ruken Ehmed balkişant li ser berxwedanîya Jinên Hîndîstanê ku dîyarkir ku êdî Jin bi awayeke vekirî nerazîbûna xwe li dîjî pergala baviksalarî nîşan didin û wiha lê zêde kir:” Hindistan weke dewleteke gelekî nasnameyê wê netewê we cuda ne, lê herî zêde netewa bindest tê da Jin e. Feqîrtîyeke mezin tê jîyan kirin, tecavûzên komî li ser Jinan tê kirin, bê mafî, bê xwendin, cehalet, her şêwazê tundiyê li ser Jin tê kirin. Îro li derdora slogana Jin Jiyan Azadî, bi wê tekoşînê êdî wê bêdengîyê nema qebul dikin.
’em erk û mîsyona xwe dibînîn ku tecrûbeyên xwe bi jinên cîhanê re parvebikin’
Weke xeterîyên ku li ser destkeftîyen me ê Jinan çi ji me tê xwestin, weke rexistinên Jina çawa em xwe rexistin bikin, niha hezeke me a Jin xurt heye. Ji bo wê di aliyê şewaz û amûrên xwe parastinê de pewîstîyeke me ya mezin heye. Em xwe, parastina xwe nehêlin bi hêvîya kesekî, em wî amûrê peyda bikin, enîyên xwe yên tekoşînên hevbeş xurt bikin. Ji ber sîstemê dagirker û qirker jî di asteke bilind xwe bi sîstem kirine.
Pêwîstîyê me jî ku em xwe li beranber vê pergalê bi rêxistin bikin û biparêzin. Ji ber ku îro destkeftîyeke Jin li Hindîstanê were bi destxistin, ew tê vê wateyê destkeftîyekê ji bo me li Rojava ye, îro ezmûneke me tecrubeyeke me destkeftiye me hebe em jî erk û misyona xwe dibînîn ku bi wan jinan re parvebikin.
Çiqas ev destkeftî hebin jî rastî xeteriyên metirsiyê tên. Ji ber sîstem bi zanebûn îslama sîyasî didin pêş da ku li ser bedena Jin sîyaset bikin, ew xeterîyeke mezine. Îro em li Iraqê jî dibinin, dîsa bi navê mezheb û ol’an, dixwazin destkeftiyê şoreşa Jin bi tekoşînên bilind û di diroka xwe de ev tekoşîn danê meşandin, dîsa wan destkeftîyan ji destê Jin derxînin. weke sîstema melalî ser bedena jin, dîsa li Iraqê jî bi hişmendiya mêrperest bimeşîne.
Di sedsala 21 emîn ne ew sedsalê berê ne ku Jin ne di wê asta xwe naskirine de bûn. ji bo wê pçwîste em yê xwe bin, em Jin vîna xwe nasbikin, em xwe nasbikin, em li gorî nasnameya xwe, tekoşîna xwe xebat bidin meşandin.
Ruken Ehmed wiha bi dawî kir:”Em bikaribin felsefeya Jın Jiyan Azadî bigihîne felsefeyeke jîyanî bi taybetî li Rojhilata navîn em bikin felsefeya jiyanê Çima Rojhilata Navîn ji ber ku , girîngîya wê heye, ji berku kilîta xetimandinên hemû qirîzan li Rojhilata Navîn peyda dibê. Di wan qrîza de jî Jina Kurd pêşengtîya wê dike, em dibînîn ekonomîsyenên me ên Jinên Ereb, jinên ji netewên din jî em hemû bi hevra bi yek destî em karîbin vê tifaqê xurt bikin, pêşengtîya sedsala 21an bikin veguherînên demokrasî û azadî”