‘ Berdêl çi dibe bila bibe em rê nadin Tirkiyê ku xaka me dagir bike ‘

Bi dehan dayik û hevjînên şehîdan ên herêma Reqayê û endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê ji bo balê bikşînîn ser gefxwarinên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Goristana Şehîdan a gundê Hikûmiyê kom bûn û daxuyaniyek ji bo raya giştî re parve kirin.
Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hela El-Ehmed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de gefên Tirkiyê yên li ser herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şeremzarkirin û hate gotin “Bila Tirkiyê ya ku çavê xwe berdaya xaka me, bizanibe ku xaka me xaka kesên bi şeref e, bi xwîna zarokên me hatiye rizgarkirin. Berdêl çi dibe bila bide em rê nadin Tirkiyê ku xaka me dagir bike.”
Dayik û hevjînên şehîdan di berdewama daxuyaniyê de gotin: “Em ji Tirkiyê re dibêjin dema DAIŞ‘ê jin û ciwanên me li qadan darve dikirin hûn li ku derê bûn?, çima wê demê we gef li DAIŞ nedixwar? Çima piştî herêmên me ji tarîtiya DAIŞ‘ê rizgar bûn hûn gefan dixwun?”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em bi saya xwîna şehîdan û berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ku DAIŞ‘ê têk birin bi aştî û rumetî dijîn. Em soz dikin ku em heta dilopa dawî ya xwînê li ser xeta wan bimeşin. Ji bo rizgarkirina her postek ji xaka Sûriyê ya dagirkirî em ê xwe feda bikin û herêmên ku bi xwîna şehîdên me hatine rizgarkirin biparêzin.