ArşîvÇalakîNûçeSlide

Kongra Star a Li Herêma Cizîrê li dijî tecrîdê meşek li dar xist

Bi Pêşengiya Kongra Star Jinên Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo li dijî tecrida girangirî a li ser Rêberê Ocalan bi meşekê şermezar kirin.

Endam û rêveberên rêxistina Kongra Star a Kantona Cizîrê û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û jinên hemû bajar û bajarokên Kantona Cizîrê di meşê de cihê xwe girtin.

Di meşê de pankartên “Bi roniya rojê re em ê hev bibînin” û “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat hildan.

Meşa ku  ji Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kir, heya Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişo dom kir.

Girseya meşê li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo gihîşte hev û li vir meş vegerî mîtîngê.

Piştî deqekî rêz girtinê  li ser navê Koorsînasyona Kongra Star Şîraz Hemo di derbarê tecrîdê de xîtabî girseyê kir û wiha got: Şîraz Hemo bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û di axaftina xwe de, şehîdên ku di valaderxistina komloyê de cîh girtine,  ku çawa bûn çemberek ji agir li dora Rojê bi bîr xistin.

Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî yên mirovî kir û got: “Divê ku  erkên xweyî mirovî bi cîh bînin.”

Piştre jî bi navê yekitîya Jinên ciwan Sara Hisên axivî û got: “bila herkes bizanîbe hemû netew bizanibin, îro raste Rêberê me di îmralîyê de ye lê em wekî jin wekî Jinên ciwan em ê her tim di nava tekoşînê de bin, heta ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin.

Heta ku  Rêber APO azad nebe hemû gelê me hemû ciwanên me dI nava tekoşîn û berxwedanîyê de bin. Em dibêjin îro di vê qadê de bi tekoşîn û berxwedanîya vî gelî ve emê  bigihijn azadîya Rêber APO.

Sara Hisen dîyarkir ku îro zarokên, navê xwe nizanin, diruşmeya ‘Bê Serok Jîyan nabe’ bang dikin û got:”  bila dijmin baş bizanîbe zarokên bi nivşê piçuk îro ku bi navê xwe baş nizanin bang bikin, diruşmeya bê serok Jiyan nabe bang dikin. Ev ji bo dijmin darbeyeke mezine, nivşên nû li ser fikir û felsefeya Rêber APO xwe perwerde bikin ewê bibin tirsa dilê neyaran .”

Sara Hisên got:”Dema ku em dibêjin di ronahiya rojê emê hev bibînin em jî bi vê ronahiyê Rêber APO bibînin. Bi vê diruşmeyê emê dijmin vala derxînin.

Sara hisên bang li Jin û ciwanan kir û got: “taybet gava ku nivşên nû radibin dijmin her dixwaze êrîşê wan bike. Ez bang dikim Pewîste em li ser fikir û felsefeya Rêber APO xwe rêxistin bikin.

Sara Hisên Di dawîya axaftina xwe de bang li CPT yê jî kir û got:”edî bese ji vê tecrîtê re em dixwazin bi Rêberê xwe re azad bijîn.

Meş bi durişmeyên “ Bijî Serok Apo” “Bê Serok Jîyan nabe” bi dawî bu

 

Related Articles

Back to top button