Arşîv

Dayik û hevjînên şehîdên Tebqayê nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan

Di çalakiya yekemîn a pêngava Rêveberiya Jinan a Tebqayê ya li dijî gefxwarinên Tirkiyê de dayik û hevjînên şehîdan daxuyaniyek li Goristana Şehîdan dan.

Dayik û hevjînên şehîdên herêma Tebqayê li goristana Şehîdan kom bûn û deqeyeke rêz girtin. Paşê daxuyaniyek ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Ebdulrezaq ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk hewl dide dîroka tarî vegerîne û wiha hate diyarkirin “Lîwa Îskenderon têra dagirkeriya Tirk nekir, vê care Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê jî dagir kirin, siyasetên guhertina demografîk pêk tîne û gefên dagirkirina herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.”

Her wiha hate gotin ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî 4 salan ji dagirkirina DAIŞ‘ê bi xwîna zêdetirî 11 hezar şehîdan ronî dît.

Dayik û hevjînên şehîdan gotin, ew serî ji dagirkeran re natewînin û hebûna Tirkiyê bi ti awayî qebûl nakin û gotin: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji teslîmkariyê hez nake, lê belê ji asştiyê hez dike û ji bo serkeftinê bide fedekar.”

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: “Em ji vir bang li Netewên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku dagikeriyê û gefên wê bi dawî bike. Divê komkujiyên ku dagirkeriya Tirk pêk anîne di ber çavan re werin derbaskirin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê dayik û hevjînên şehîdan find li ser gorên şehîdên vêxistin.

Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê beriya du rojan li dijî gefxwarinên Tirkiyê pêngavek bi dirûşma”Em bûn yek, em bi serketin, em ê li ber xwe bidin û biparêzin, ji dagirkeriya Tirk re ne, berxwedan berdewam e û serkeftin dê para me be” ragihandibû.

Back to top button