HevpeyvînNûçeSlide

Berjîn Mihemed: Yên ku Dilê Wan Ji Bo Azadîyê Lêdixe, Di Bin Diruşmeya Jin Jîyan Azadî De Kom Dibin

Berjîn Mihemed dîyarkir ku encamê tekoşîna 40 salan a Tevgera Azadîyê, berhemê xwe di nava çar alîyê cîhanê de davêje û avakirina Konfederalîzma Jin gehiştîye pêvajoyeke nû. 

Endama tevgera azadîya Jin Berjîn Mihemed di derbarê salvegera serhildana Jin Jîyan Azadî ji malpera me re axivî û got

“Em destpêke di şexsê Jina ciwan jîna Emînî de hemû şehîdên tevgera azadîyê bi taybet şehîdên jin en ku bûne  mîrateyek ji bo hemû gelan û hemû Jinan ku li ser vî esasî ew hemleya Jin Jîyan Azadî despêkir em wana bi bîr tînin, bejna xwe li hember wan ditewînin.”

Berjîn Mihemed dîyarkir ku ev encamê tekoşîna 40 salan ê ku tevgera azadîyê dide meşandin berhemê xwe di Rojhilatê Kurdistanê de da û got: “Diruşmeya jin jîyan azadî di dawîya sala 2022’an li rojhilatê Kurdistanê  deng veda. serhildana Jin Jiyan Azadî ew berhemên 40 salan ê tevgera azadîyê destpêkirbû, di rojhilatê kurdistanê de bi qetilkirina Jîna Emînî ve berhemê xwe da. Qetilkirina Jîna Emînî bangek bû ji bo hemû Jinan.

Li ser vî esasî qetilkirina Jîna Emînî bû sedemek hemû gelê Kurd gelê Îranê ê demokratxwaz hemû daketine kolanan bi yêk dengî diruşmeya Jin Jîyan Azadî bang kirin. Bê guman ev diruşme ne bi tenê ji berxwede derket. di we deme de jî gelek nêrînên cuda cuda derketin, hin kesan dixwest ku diruşmeya jin jîyan azadî bi alîyên cuda ve binirxîne û hindirê wê vala bike. Lê rastîya wê  em hemû jî dizanin ji kuderê hat çawa hat .”

Berjîn Mihemed balkişand  li ser felsefeya ku Rêberê gelan Abdullah Ocalan ji bo Jin afirandiye û wiha domkir:” Ev şîar bandora xwe li ser jinên Kurdistanê, jinên Rojhilata Navîn li hemû jinên Cîhanê kir. Ew jî bi felsefe ya Rêber APO pêk hat. Ji berk û Rêber APO dema ku tevgera azadiyê da despêkirin, dît kû netewa ku despêkê hatîye dagirkirin, netewa Jin’ê. Ji bona wê ji bi felsefeya azadîya Jin’ê da despêkir. Mîrasên ku îro em dibêjin em li ser wê berdewam dikin tekoşîn dikin.

Bi hezaran bi sedan Jin me şehîd dan, Ji heval Besê Anoş heta Zîlanan, ji Zîlanan heta rojame ya îro Jîna Emînî, Gulîstanan, Hîroyan em dibînin Jin berdêlê wê didin. Ji ber wê diruşmeya Jin Jîyan Azadî bi xwe tenê ne durişmeye ku di kolanan de di mitîngan de tê avêtin, ew bi xwe felsefeyeke, felsefeyekî ji bo azadîya jine.”

‘Heya Jin azad nebe kes nikare behsa civaka azad bike’

Berjîn Mihemed da zanîn ku azadîya civakê bi azadîya Jin’ê ve giredaye û got:”heya ku Jin azad nebe tu nikarî bejî ezê civakeke exlaqî, demokratîk, çandî û azad ava bikim. Eger Jin azad nebe tu nikarî behsa civaka azad bike. Eger Jin azad nebe tu nikarî behsa jîyaneke bi îrade bi bawerî, çand û exlaq bike. Li ser vê esasî Rêber APO kete nava tevgerekî hizrandin û lêkolînên berfireh û ev  avakir.

Şoreşa ku li Rojhilatê Kurdistanê di 16’ê Îlonê despêkir, encamê 40 salan a tekoşîn û berxwedanîya tevgera azadîyê a Jin bu. Gav bi gav gihîşte vê pêvajoyê. Birdozîya Jin dihate avakirin, bi kedekî mezin dîsa artêşa jin li kêlekê hate avakirin. Ev bu berhemên mîrasî yên civakê, tenê di şexsê tevgera azadîyê de nema. Rêbertî jî dixwest bike malê civakê, ji berku tu bixwaze civakekê azad bike, pêwîste tu hemû tiştên baş ê kû derdikevin holê tu bike malê civakê.”

Di berdewamîya axaftina xwe de Berjîn Mihemed da zanîn ku hemû gelên bindest hebûna xwe di vê diruşmê de dîtin, xwedî lê derketin û wiha pêde çu:” berhemên 40 salî di Rojhilatê Kurdistanê de bi şahadeta Jîna Emînî tovê xwe danî. Ev dîyardike ku civaka   Kurd û civakên bindest hemû xwe li vê diruşmê girtin. Hebûna xwe di vê diruşmê de dîtin. Ji berku tenê bi Jinan re sînordar nema, ji 7 salî heta 70’ê salî li bajarê seqizê despêkir li hemû bajarên  kurdistanê û Îranê belav bû, çi Jin dibe çi ciwan dibe çi jî kal dibe, bi yêk dengî bang kirina, Jin Jiyan Azadî wateya wê pir girînge. Tê vê wateyê ku asta civakê, asta tekoşîna Jin ji bo civakê û azadîya civakê êdî xwe di nava civakê de bi cîh dike.

Îro di rojava yê kurdistanê de jî em dibînin. Hemû sazî dezgehên me en heyî de Jin, bi rengekî pir bihêz cihê xwe di hemû sazî û dezgehen de digre, pêşengtîya şoreşê îro di rojava yê kurdistanê de dide meşandin. Ji ber wê jî Rêbertî şoreşa rojava  bi şoreşa Jin bi navkir. Tevgera azadîyê bi şoreşa Jin bi navkir. Ji ber ku eger Jin azad nebe, tu şoreş nikare bi ser bikeve.

ji ber wê jî îro li hemberî hemû cureyên şerê taybet, pîskolojî, bejahî û hawayî ê li ser Kurdistanê û hemû cîhanê li ser gelê bindest, Jin, dema ku dadikeve kolanan pêşengtîya şoreşekê dike, em dibînin ku muhaqaq ew şoreş berhemê xwe dide û dibe serkeftinê.

Berjîn Mihemed destkeftîyên şoreşa rojava jî nirxandin  û wiha lê zede kir:”Em îro mînaka herî mezin di Rojava yê kurdistanê de dibînin, hemû êrîşên cur be cur têne kirin, şahadeta yêk hevalên me yên Jin ê pêşeng ku bi dehan pêşengên me ji bo  civakê, kar û xebat didine meşandin hatine şehit xistin. Lê li hemberî vê tu carî Jin gav paşda ne avetin. Ji ber ku em îro dibinin Jin’ê  tama azadîyê girt, îradeya xwe di nava şoreşê de dît û derxiste zanebûnê.”

Jin bi koletîyê bi dagirkirinê re rû bi rû maybû, bi fikir û Felsefeya ku Rêber APO jê re daniye  çareserîya xwe a bi hêzarê salan dît. ji ber wê jî îro Jinên Rojavayê kurdistanê, Jinên Rojhilat, Bakur û Başurê Kurdistanê bi rengekî herî mezin, Bê ku dudilî jîyan bikin, tevgera azadîyê hembêz dikin.  îro em dibînin Jin xwe dide pêş, mirinê nasnake.

Ji berk u Jin dizane di bingeh de Berî vê  500 hezar sal Jin hatibûn qetilkirin û dagirkirin. Îro jî nû ve jîyanê ava dike. Li ser vê esasê bandora xwe li ser hemû civakê jî dike

‘Çi Jin dibe çi zilam dibe xilasîya xwe di bin vê durişmê de dibine’

lê em dibînin piştî bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê serhildanên ku despêkir, li her cihekî diruşmeya ku despêkê tê avêtin ji alîyê Jin û zilaman ve bi Jin Jiyan Azadî  ve tê qêrîn. Ew tê wateya ku ew diruşme ne tenê xilasiya Jinê ye, ev bi pêşengtîya Jin xilasîya zilame jî xilasîya giştî civakê ye, çi Jin dibe çi zilam dibe xilasîya xwe di bin vê durişmê de dibine.

Belkî durişmeyekî bi sê gotina pêk tê, lê di bingeha xwe de her gotinek bersiva gelek pirsên jîyanê dide, bersiva pirsên ku dagirkirina li ser hebûna Jin, Jin kirina di nava çar diwaran de dide. Herkesekî bindest dixwaze xwe bigihîne vê azadîye, bersiva xwe di vir de dibine. Îro em dibinin ev çil salin li tevahî Kurdistanê ev didome.”

Jinên Hîndistanê Diruşmeya Jin Jiyan Azadî diqîrin û ji komkujiyan re dibêjin Êdî Bese

Berjîn Mihemed balkişant li ser komkujiyên Jinan yên li Hîndîstanê û dîyarkir ku Jinên Hîndîstanê bi diruşmeya Jin Jiyan Azadî li hemberî qetilkirina Jinan radibin û wiha lê zêde kir: “Herî dawî li Hîndistanê bi qetilkirina Jineke bijîşk bu sedema ku bi hezaran Jin kom bibin. Bangkirina wan bi durişmeya Jin Jiyan Azadî tiştekî wiha ji xwe de derneketîye. Mirov pewîste bizanibe ku naveroka wê diruşmeyê çiye li ser çi esasî tê bangkirin. Îro Jinên Hindistanê  diruşmeya Jin Jiyan Azadî rakirine li hemberî qetilkirina Jinan radibin û dibêjin edî bese. Jinên tevahîya cîhanê her roj bi qetlîaman re rû bi rû mane, yek jî Jinên Hîndistanê ne ku îro careke din ew jî rabûne ser pîyan xwe di hindirê wê diruşmê de dîbînin û xwedî lê derdikevin,

Ev tê wateya ku Jin di tevahîya cîhanê de gehiştîye astekê ku di alîyê fikir, îrade, çand û exlaq, Tenê wek durişmeyekî girtina dest na, di hindirê wê diruşmê de xwe zana kirîye, gihiştîye baweriyê ku xilasîya wê di ceheke din de tûneye, kesek neyê wê xilas neke, tenê ê ku Jin xilas bike ew felsefa ku ji alîyê Rêber APO vê hatîyê dayîne, ev felsefe bu encamê ku Jin xwe li ser pîya bigire.

mafê Jin’ê  jê hatîye standin, Jin hatîye çewisandin heya roja îro jî bi kuştinê re rû bi rû dimîne careke din Jin bi wê kesayeta xwe hebûn û vîna xwe wê mafê xwe bi dest bixe. Cihên ku deng û rengê Jinê tûne ye em dibînin ku bi carekê de bi durişmeya Jin Jîyan Azadî derdikeve pêş, ev bê guman ji nişkê dernakeve, ev bi encamê tekoşîna di hindirê xwe de didine meşandin, encamê kombûyîna Jinan li gel hevdu ye.

Durişmeya Jin Jîyan Azadî avakirina Konfederalîzma tevahî Jinên cîhanê ye ku kesekî ji bo azadîyê dile wê lê dixe komkirina wê ye. avakirina Konfederalîzma Jin gihîştîye pêvajoya ku êdî pêk bê, êdî berhemên xwe dide.Zehmetîyên Avakirina konfederalîzma Jinê gelek hebûn, heta ku gehişte vê astê, bi hezaran berdel hate dayîn, ji bo em bi gîhîjin vê astê gelek hevalên giranbuha bûn qurban.”

Berjîn Mihemed balkişand li ser êrîşen dewleta Tirk ê li ser Jinan û got:”Di nava civaka Kurd û civakên din de jî bi hezaran Jin rojane bi qetlîaman re rû bi rû dimînin, di bin navê namûsê de, di bin navê cuda cuda de têne qetilkirin. Ev ne tiştekî tesadufe eger em bişopînin em rojane bi van re rû bi rû tên, li hemû cîhanê jî ev mînakeke li pêşe, Ev li hemberî felsefeya Jin Jiyan Azadî êrîşeke, timî qirkirin û dagirkirin li ser Jin tê ferz kirin. Dijminê herî kujer ê Jinan,  Jinên ku li ser erka xwe karê xwe dide meşandin, yêk jî faşîzma AKP-MHP ye em dibînin bi rojane di Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê de Jin têne qetilkirin. hemû pêşengên vê tekoşînê ê ku felsefa Jin Jîyan Azadî dixwazin bêxin merîyetê, dikin hedef û şehîd dixin.

‘Kujerê Jinan ji ber tirsa xwe a li hemberi hêz û vîna Jin, wan dike hedef’ 

Herî dawî heval Gulistan û heval Hîro hevalên me ê çapemenîyê bûn, bi destê zîhnîyeta baviksalarî û serdest faşîzma AKP-MHP kirin armanca êrîşên xwe  . Ev ne tiştekî ji  rêzê ye, ev tiştekî bi zanebûne.  Jinên pêşeng Jinên ku tekoşînê di asta jor de  didin meşandin, ji bo hemû Jinên cîhanê mînakin. Jinên li ser şopa wan dimeşin, dijmin wana dike armanca êrîşan.

Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê sîstema herî faşîst ê ku cezayê darvekirinê dibirre  li ser jinan . Ev ceza weke ku li du hevalên Jin ên tekoşer ê pêşengtîya civakê dikin,  Pexşan ezîzî  û  Şerîfe muhemedî jî hatiyê birrîn û Carekedin dixwazin bi hemû hêza xwe ve jinan bêdeng bikin, bixin nava çar dîwaran de, vîna ku jin heya astekê gihiştîyê, tekoşîna ku heya astekê aniye dixwaze tûne bikin, li ser wê esasî dixwazin hêza xwe ê desthilatdar bidin meşandin. Lê îro em dibînin jinên ku bi qetlîaman re bi darvekirinê re rû bir û ne, li hemberî desthilatdarîyê helwestê wan Jinên pêşeng  danîne ciyê rêzdayînê  ye.

li hemberî dagirkeran, desthilatdar ê kujerê Jin, Jin gav paş de naavêje, dizane ku diçe ber sêdarê jî biryara xwe û vîna xwe bi paşda venegerîni. gihîştine wê baweriyê ku li pêy wana wê bi hezaran kes dakeve kolanan, rêya wan bişopînin wê serkeftinekê ji bo şoreşa jin bi dest bixin.”

Berjîn Mihemed bang li Gelê Rojhilat kir ku îsal xurtir beşdarî çalakiyên serhildana Jin Jiyan Azadî bibin û wiha got:”bangawazîyekê taybet ji bo Rojhilatê û Başurê Kurdistanê. ji ber ku îro em dibînin herî zede zext li Başurê û Rojhilatê Kurdistanê yê, di 16’ê Îlonê salvegera qetilkirina Jîna Emînî û hevalên Jin di vê serhildanê de şehid ketin lewma pêwîste îsal hîn xurtir beşdarî çalakiyan bibin

Berjîn Mihemed Di dawîya axaftina xwede xîyeneta mala barzanî destnîşankir û li hemberi xîyanet ê banga xwedî derketina mîrateyên Şehîdan kir û got:”Carekedin li Başurê Kurdistanê qetilkirina Hevrê Gulistan,û Hîro, ez bangawazî bi tevahî Jinên Başurê Kurdistanê dikim ku li hemberî xîyaneta mala Barzanî ku ew jî weke kujerê Jine, ji berku naxwaze Jin bibe xwedî îrade li hemberî faşîzma Tirk, bi yêk dengî bi yêk rihî destê xwe bidin hevd, li hemberî êrîşên ku têne kirin, tekoşînekî xurt bidin meşandin. Xwedî mîrateyê ku Jinan hiştine derkevin. Carekedin ez dibêjim Jin Jiyan Azadî, Bê Rêber Jîyan nabe.”

Related Articles

Back to top button